Der barê Serokê Goranê Mûstafa de biryara girtinê
Her roj polîtîkayên zext û çewisandinê yên PDK’ê zêdetir dibin. Der barê Serokê Goran Mûstefa de biryara girtinê hate dayîn.
Her roj polîtîkayên zext û çewisandinê yên PDK’ê zêdetir dibin. Der barê Serokê Goran Mûstefa de biryara girtinê hate dayîn.
Dadgeha Hewlêr ya ku di bin rêveberiya PDK’ê de ye, der heqê Sekrekterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mûstefa de biryara girtinê da.
PDK a ku bi awayekî praktîkî dest daniye ser Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê, nahêle Serokê Parlamentoyê were Hewlêrê.
‘PDK DIXWAZE HER KESÎ TESFIYE BIKE’
Li hember biryara girtina Serokê Tevgera Goran Mûstefa nerazîbûn hatin nişandan.
Parlamenterê Goran Emîn Bekir têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku PDK, ji lihevhatina mabeyna YNK-Goran xweranegirtiye û tasfiyekirinê dike armanc.
Parlamenterê Goran Emîn Bekir, têkildarî biryara Dadgeha Hewlêr a di bin rêveberiya PDK’ê de ya ji bo girtina Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mûstefa de daxuyaniyek da.
Bekir wiha got: “PDK, dixwaze li herêmê serweriya xwe ava bike. Her kesên ji bo xwe asteng dibîne diixwaze tesfiye bike. Têkiliya vê biryarê bi lihevhatina YNK-GORAN re heye. Ji roja destpêkê heta niha ji vê lihevhatinê aciz bûye. Ji bo li tevahî herêmê serweriya xwe bidin avakirin, vê pêkhatinê mîna metirsiyekê dibîne.”
Bekir da zanîn ku ve rewş wê rê li ber qirîzên siyasî yên hê mezintir vekin. Bekir wiha anî ziman: “Ji xwe biyarekî bi vî awayî ne di destê PDK’ê de ye. Eger rewşek hebe jixwe qanûn hene, daraz heye. Ev wê bikevin nava tevgerê. Lê, PDK’ê her tişt xistiye kontrola xwe û her biryarê bi xwe dide.”
Serokê Parlamentoyê Dr. Yûsûf Mihemmed jî got ku beriya ku mijarê di nava partiya xwe de binirxîne ti daxuyaniyan nade.