Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Yîgît hate girtin
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Navendî ya Şirnexê Agît Yîgît, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Navendî ya Şirnexê Agît Yîgît, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.
Li gel operasyonên qirkirinê yên desthilatdariya AKP’ê ya li hember Şirnexê gava duyemîn a “Plana têkbirinê” bi rê ve dibin, di operasona qirkirina siysî ya li navçeya Silopiyayê Hevşaredarê Navçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navenda Şirnexê Agît Yîgît li gel hevjîna wî Seyran Yîgît hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya Yîgît, ji aliyê dozgeriyê ve bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza gitinê sewqî dadgehê hate kirin.
Yîgît ê ku li dadgahê îfadeya wî hate girtin, bi heman hincetê hate girtin.