KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer ên artêşa Tirk Qendîlê bombe dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk, li gorî saeta Tirkiyeyê ji saet 20:00’an ve Qendîlê bombe dikin. -
Zêdetirî 100 ciwanên Ereb tevlî refên YPG’ê bûn
Li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Xebat a li Hesekê zêdetirî 100 şervanên Ereb piştî dewreya perwerdeya bingehîn bi dawî kirin, tevlî refên YPG’ê bûn. -
QSD: 31 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin
Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriyeye Demokratîk diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora Minbic û gundewarên wê hatin şikandin, herî kêm 31 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, gelek alavên leşkerî hatin bidestxistin. -
Heyeta çû Geverê: Hikûmetê biryara hilweşînê girtiye!
Hevserokê KESK’ê Ozgen çavdêriyên xwe yên Geverê vegot. Ozgen bal kişand ku bi biryarek navendî hilweşandin pêk hatine, destnîşan kir ku pirsgirêkên mal, xurek û avê didome. -
Li Artemêtê şer
Çeteyên Qesrê li navçeya Artemêt a Wanê bi ser malekê de girtin û şer destpê kir. Hat ragihandin ku di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li gundê Hudhudê şerên dijwar diqewimin
Di navebera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê û çeteyên DAIŞ’ê li gundê Hudhud ê dikeve rojhilatê Minbicê de şerên dijwar diqewimin. Di şer de heta niha 10 çete hatine kuştin. -
Atabay, li Wanê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin
Vekîl Atabay ê ku di 10'ê Hezîranê de li gel du hevalên xwe li Wanê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê wî spartin axê. -
7 leşker hatin kuştin, tankek hate ruxandin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê de qasî ku hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin, tankek hate ruxandin. -
Ji YPS’ê têkildarî şerên li Wanê daxuyanî
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di şerên 9-10’ê Hezîranê yê li Wanê de gelek polîsên tîmên taybet hatine kuştin, wesayîtekî zirxî jî hatiye îmhakirin. -
Di çalakiya fedaî ya li Şirnexê de zêdetirî 20 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiya fedaî ya 10’ê Hezîranê li navenda Şirnexê pêk hat de zêdetirî 20 leşkeran hatine kuştin. -
Yazar ji aliyê malbat, hevalên wî yên têkoşînê ve hate oxirkirin
Siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar ê li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li warê wî Rihayê ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. -
Li nêzî lojmanên edliyeyê yên li Pulurê teqînekê rû da
Li navçeya Pulur a Dersîmê, li nêzî lojmanên edliyeyê teqînekê rû da. -
Bûldan: Dikanên li Geverê hatine talankirin
Heyeta ji parlamenterên HDP'ê, lêkolînên xwe yên li Geverê dewam dike. -
Li dijî avahiya edliyeyê ya Pulurê çalakî, şer didome
Li navçeya Pulur a Dersîmê, li dijî avahiya edliyeyê çalakiyek hat lidarxistin. Şerê piştî çalakiyê derket, dewam dike. -
KCK: Em ê xewn û xeyalên Ferîdûn Yazar bi Kurdistana azad ve tacîdar bikin
KCK'ê li ser wefata Yazar daxuyaniyek da û got, "Gelê me û tevgera me ya azadiyê wê keda demokrat welatparêzê hêja Ferîdûn Yazar ji bîr neke, wê xewn û xeyalên wî bi Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ve tacîdar bike." -
2 serçeteyên xwestin bikevin nava gundê Eseliyê hatin kuştin
Du serçeteyên DAIŞ’ê hewl dan bikevin nava gundê Eseliyê yê şêniyên wê Kurd in, hatin kuştin. -
KCD diçe Şirnexê: Em li cem gelê bi rûmet bin
KCD'ê biryar da biçe Şirnexê, ku êrîşên qirkirinê lê dewam dike. Hevseroka KCD'ê Guven bang li her kesî kir û got, "Dem ew dem e, ku em nîşan bidin em bi gelê Şirnexê re ne." -
4 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 4 gundên din ên ser bi Minbicê rizgar kirin. -
Gerîlayê HPG Karataş ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Sîracettîn Karataş ê li navçeya Motkî ya Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê lê ji dayik bû hat veşartin. -
Dosya ji bo ji nû ve darizandina Ocalan radestî DMME hat kirin
Piştî ku daxwaza ji nû ve darizandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin, parêzeran dosya birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). -
Şirnexî: Em dixwazin li mala xwe vegerin
Şirnexiyên ji ber êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê ji neçarî koç kirine gotin, "Em dixwazin li cih û warê xwe vegerin" û xwestin, qedexe derhal bê rakirin. -
Zagros: Eger Erdogan komkujiyan nesekinîne, wê kes nikaribe ciwanan bisekinîne
Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros got, "Eger Erdogan komkujiyên li Kurdistanê dike nesekinîne, di serî de li Tirkiye wê gelemperiya li Rojhilata Navîn xwîn birije." -
Cenazeyên 5 cangoriyan li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên 5 têkoşerên azadiyê yên li cih û demên cuda jiyana xwe ji dst dabûn, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
'Pêwîstiya Geverê bi alîkariya lezgîn heye'
Komeleya Alîkariya Rojava ji bo Geverê banga lezgîn kir û da zanîn, pêwîstî bi madeyên xwarinê, betanî û kelûmelên jiyanî heye. -
Taxên ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatine xerakirin, bi têlan hatine dorpêçkirin
Taxê Nisêbînê yên ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatine xerakirin, bi têlan tên girtin.