KCD diçe Şirnexê: Em li cem gelê bi rûmet bin
KCD'ê biryar da biçe Şirnexê, ku êrîşên qirkirinê lê dewam dike. Hevseroka KCD'ê Guven bang li her kesî kir û got, "Dem ew dem e, ku em nîşan bidin em bi gelê Şirnexê re ne."
KCD'ê biryar da biçe Şirnexê, ku êrîşên qirkirinê lê dewam dike. Hevseroka KCD'ê Guven bang li her kesî kir û got, "Dem ew dem e, ku em nîşan bidin em bi gelê Şirnexê re ne."
KCD'ê biryar da biçe Şirnexê, ku êrîşên qirkirinê lê dewam dike. Hevseroka KCD'ê Guven bang li her kesî kir û got, "Dem ew dem e, ku em nîşan bidin em bi gelê Şirnexê re ne."
Tevî ku dewleta Tirk ragihand "operasyon qediya ye", li Şirnexê "qedexeya derketina derve" û êrîşên çeteyên AKP/Qesrê dewam dikin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD); ji bo piştgiriyê bide gel û dorpêçiyê bide rakirin, berê xwe dide Şirnexê. Bi vê armancê wê endam û rêveberên KCD'ê tevî girseya gel 16'ê Hezîranê roja Pêncşemê saet di 10:00 de li ber avahiya KCD'ê li hev bicivin û bi wesayîtan biçin Şirnexê.
Beriya vê serdanê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Salona Konferansê ya KCD'ê civîneke çapemeniyê lidar xist û da zanîn, tevî ku hatiye ragihandin "operasyon qediya ye", bi mehan e operasyon û êrîş li bajar û navçeyên Kurdan dewam dikin.
Guven diyar kir, ev êrîş li hemberî xweseriya demokratîk a ji aliyê gelê Kurd ve hatiye pejirandin tên kirin û destnîşan kir, bi şêweyekî ku beriya niha nehatiye dîtin şerekî qirêj tê meşandin.
'BERXWEDANÊ DESTAN NIVÎSAND'
Guven axaftina xwe wiha dewam kir: "Polîs û jendermeyên tîmên taybet (POH) û (JOH) ên anîn herêmê, hê bajar dorpêç kirine. Em ji geverê, ji Cizîrê baş dizanin. Tevî ku şer qediya ye jî, dewlet bi zanebûn xaniyên mirovan xera dike, dişewitîne. Li Geverê 8 hezar 500 xanî xera kirine, ku mirov nema dikarin lê bimînin. Piraniya van xaniyan jî, piştî bidawîbûna şer hatin xerakirin."
Guven bal kişand ser dek û dolabên hikûmeta Tirk ên li ser bajar û navçeyên Kurdan û destnîşan kir, li van deveran gelê Kurd bi berxwedanê destan nivîsand. Guven diyar kir, lewma dewlet dixwaze tolê ji van deveran hilîne.
ROJA PÊNCŞEMÊ WÊ JI BER AVAHIYA KCD'Ê BERÊ XWE BIDIN ŞIRNEXÊ
Guven da zanîn, li pêşberî vê rewşê ew ê bêdeng nemînin, xwedî li berxwedanê derkevin û got, "Li Şirnexê, li herêmên şer lê neqewimîne jî xanî tên xerakirin. Ji bo sekinandina vê hilweşandin, ji bo em nîşan bidin ku bi gelê Şirnexê re ne, ji bo em bibin dengê wan, 16'ê Hezîranê roja Pêncşemê saet di 10:00 de em ê li ber avahiya KCD'ê li hev bicivin û bi awayekî girseyî berê xwe bidin Şirnexê. Em bang li hemû pêkhateyên KCD; rêxistinên civakî yên sivîl û mirovên hestyar dikin, berê xwe bidin Şirnexê. Dem ew dem e ku em nîşan bidin em li cem gelê Şirnexê ne."