4 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 4 gundên din ên ser bi Minbicê rizgar kirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, 4 gundên din ên ser bi Minbicê rizgar kirin.

Operasyona 'Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla' di roja 13. de ye.

Di çarçoveya operasyonê de gundên Sifêra û Ûm El-Setîh ên bi 7 kîlometreyan li rojhilatê Minbicê ne û gundên Tehna El Kebîra û Sihêdiyê yên bi 6 kîlometreyan li başûrrojhilatê Minbicê ye ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.

Li aliyê din, zarokekî 3 salî yê ji gundê Xirbet Nefixê ji ber topbarana çeteyan a li dijî gundê Dadat Kiwêt ku 10 km li bakurrojavayê Minbicê ye, bi giranî birîndar bû.