Ji YPS’ê têkildarî şerên li Wanê daxuyanî

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di şerên 9-10’ê Hezîranê yê li Wanê de gelek polîsên tîmên taybet hatine kuştin, wesayîtekî zirxî jî hatiye îmhakirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di şerên 9-10’ê Hezîranê yê li Wanê de gelek polîsên tîmên taybet hatine kuştin, wesayîtekî zirxî jî hatiye îmhakirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyekî nivîskî da û da zanîn ku 9’ê Hezîranê çeteyên Qesrê xwestin bi alîkariya pêgerên keşfê ji aliyê Rêya Îpekê ya navenda Wanê ve operasyonekê bidin destpêkirin û taxên Xaçort û Karşiyaka kirin hedef.

Di saet 12:00’ê şevê de yekîneyên YPS’ê polîsên tîmên taybet kirin hedef û 3 polîsên tîmên taybet kuştin. Koordînasyoan Giştî a YPS’ê ev agahî da: “Ev şer heta 10’ê Hezîranê saet 10:00’an dewam kir. Di vî şerî de gelek wesayîtên zirxî hatin derbkirin, îmhakirin û gelek polîsên tîmên taybet hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên Qesrê di 10’ê Hezîranê de ji nîvro û şûn de ji Taxên Xaçort û Karşiyakayê bi neçarî vekişiyane, ev hat gotin: “Li vir 3 hevrêyê me şehîd ketin. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyên me wê  piştre bi raya giştî re were parvekirin.”