KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Di qonaxa duyemîn de em ê serketin û azadiyê diyarî gelan bikin'
Ji fermandarên QSD'ê yên li eniya Minbicê Mêrxas Kobanê diyar kir, ew derbasî qonaxa duyemîn a Pêngava Rizgarkirina Minbicê bûne û destnîşan kir, ku ew ê di vê qonaxê de serketin û azadiyê diyarî gelan bikin. -
Li Kerkûkê semînera li ser ol û welatparêziyê
Tevgera Ciwanên Welatparêz li Kerkûkê li ser mijarên ol û welatparêziyê semînerek lidar xist. -
Karkerê şoreşê û lêgerînerê azadiyê: Amed Kobanê
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîrana 2016'an de destpê kir, ne tenê şer e. Li vê eniyê, gelek çîrokên balkêş hene. -
Li Dersîmê welatiyê ku pezê xwe diçêrand bi giranî birîndar bû
Welatiyê bi navê Hakan Gungormuş ê ku li devera Qûre Sîpe yê li navenda bajarê Dersimê pezê xwe diçêrand, di encama pêlêkirina pezekî ya mayinê de birîndar bû. -
Ûygûr ê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Cenazeyê Cemal Ûygûr ê 27 salî yê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin û şûn de li gundê Nerex hate definkirin. -
‘Gava duyemîn a operasyona Minbicê destpê kir’
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku gava duyemîn a operasyona Minbicê dane destpêkirin. -
Li derdora embarên genim şerên dijwar diqewimin
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora embara genim şerên dijwar diqewimin. -
Walîtiya Mûşê bi blokên betonê rê girtin
Beriya 4 rojan rêya giştî ya Mûş-Pasûr-Amedê ji aliyê Walîtiya Mûşê ve bi blokên betonê hatin girtin. Bi vî awayî ketina bajêr bi temamî hatin kontrolkirin. -
Însiyatîfa Gel: Gelê me bi vegerîna malên xwe ve divê hilweşînê asteng bike
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê: Di serî de gelê Nisêbîn û Şirnexê, divê tevahî gelê Kurdistanê van êrîşên dijminane vala derxin, pêşî li vê hilweşînê bigirin. -
Li Minbicê êrîşa çeteyan hate pûçkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya bi wesayîta bombebarkirî pûç kirin. -
Dimenên şerê li Geliyê Şîlo û Medîbanê
Çeteyên DAIŞ’ê yên ku duh seat 04.30’an ji 6 aliyan de xwestin bikevin Geliyê Şilo û gundê Medibanê, rastî berxwedaniyek xurt a şervanên YBŞ/YJŞ’ê hatin û hemû êrîş hatin şikandin. -
Hevserokê PYD’ê Muslum bi Waliyê Kerkukê Kerîm re civiya
Hevserokê PYD’ê Salih Muslum, Waliyê Kerkukê Dr. Necmedîn Kerîm li odeya wî ziyaret kir. -
Bûldan: Ji bo Geverê wê her tişt bê seferberkirin
Meclîsa Jinê ya HDP’ê ji bo lêkolînek 5 rojan a li navçeya Gever a Colemêrgê ku di bin navê qedexeya kolanan de 79 rojan hate şewitandin û hilweşandin, hate navçeyê. -
TAK: Çalakiya Vezneciyê hevrêya me Eylem Newroz li dar xist
TAK’ê diyar kir ku çalakiya 7’ê Hezîranê ya li Beyazit a Stenbolê hevrêya wan Eylem Newroz a bi navê Eylem Yaşa li dar xistiye. -
Ji Gerîlayên HPG’ê li Şirnex û Sêrtê çalakiyên bi bandor
HPG’ê da xuyakirin ku li dijî êrîş û operasyonên artêşa Tirk ên li Kurdistanê,, hêzên gerîlayan çalakiyên bi bandor û encamgir pêş xistine. -
YBŞ: 18 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê li ser êrîşên duh ên çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek weşandin û diyar kir, çeteyan ji şeş aliyan ve êrîşî gundê Medîbanê û geliyê Şîlo kirin û ev hemû êrîş hatin şikandin. YBŞ'ê ragihand, di vî şerî de 18 çete hatin kuştin. -
Ehmed: Ji bo me paqijkirina tevahiya Sûriyeyê ji DAIŞ'ê, esas e
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed diyar kir, ji bo hemû herêmên bakurê Sûriyeyê bi hev re têkiliyê deynin û gelên li van herêman jiyaneke hevpar û demokratîk ava bikin, azadiya Minbicê gelekî girîng e. -
Tûncel: Ti hêviyek me ji dewletê nîne; em berxwedanê mezin bikin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel destnîşan kir, ku Kurd li Rojhilata Navîn veguherîne hêzeke 'nebe nabe'. -
TEV-DEM: Civîna Rihayê helwestek rezîlane ye
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê destnîşan kir ku PDK/ENKS û AKP/MÎT li ser dijminantiya li Rojava civîn çêkirine, hinek kom anîn cem hev û serkêjiya wan jî sîxurên Tirkiyeyê dikin. Desteyê ev yek wekî "helwestek provokatîf û rezîlane" binav kir. -
Komên çete êrîşî Til Rifatê dikin
Komên çete yên ser bi qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê fuzeyan davêjin Arfetê (Til Rifat). -
Rayedarê Sêmalka: Sêmalka vekiriye, lê ne li her kesî
Berpirsyarê Giştî yê Deriyê Sînor ê Sêmalka Aras Fetah got, "PDK ji bo ji çapemeniyê re bêje 'derî hatiye vekirin' ev gav avêtiye. Lê belê astengiyên mezin hînê dewam dikin." -
Bayik: Li dijî xeteriyan divê Kurd yekîtiya neteweyî ava bikin
"Kurd bi yekîtiyê dikarin xetereyên li ser xwe rakin. Divê Kurd derfetan baş binirxînin, xwedî li soz û hêviyên şehîdên xwe derbikevin. Ew jî Kongreya Neteweyî ye." -
Hewldana çeteyan a ji bo êrîşê hat şikandin
Çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin xwe berdin nava çeperên gerîla yên li başûrê Kerkûkê, pê li mayînê kirin. Çeteyên ku kuştî û birîndar dan, neçar man ji herêmê birevin. -
Komkujî ne bi kiryar nediyarî, bi rengekî eşkere hatin kirin
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin, ku di 14 salên desthilatdariya AKP'ê de kuştinên kiryar nediyar rû nedan, ji ber ku komkujî bi awayekî vekirî hatin kirin. -
Li Minbicê şerekî dijwar diqewime
Li rojava, bakur û bakurrojavayê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 69 çete hatin kuştin.