Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed diyar kir, ji bo hemû herêmên bakurê Sûriyeyê bi hev re têkiliyê deynin û gelên li van herêman jiyaneke hevpar û demokratîk ava bikin, azadiya Minbicê gelekî girîng e.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed girîngiya operasyona rizgarkirina Minbicê ku ji aliyê gelê Minbicê ve bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin û li gelemperiya cîhanê deng vedaye, ji ANF'ê re nirxand.
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed bibîr xist, beriya destpêkirina operasyona rizgarkirina Minbicê, gelê Minbicê hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê leşkerî ve meclîsên xwe bi rêxistin kiriye û got, "Gelê Minbicê ji bo destpêkirina pêngavê xwe bi rêxistin kir. Mirov dikarin bêjin, pêngava Minbicê bi vîna gelê Minbicê destpê kiriye."
'JI BO RIZGARKIRINA REQQAYÊ GAVEKE GIRÎNG E'
Ehmed da zanîn, Operasyona Rizgarkirina Minbicê ji bo paqijkirina Sûriyeyê ji komên çeteyan, operasyoneke stratejîk e û got, "Ji ber ku Minbic ji bo çeteyan bûbû rêyek çeteyên ji Tirkiyeyê tên û çeteyên ji Sûriyeyê diçin Tirkiye û Ewropayê. Rizgariya Minbicê wê beriya her tiştî vê rêyê bigire. Di heman demê de wê bibe alîkar ku Ewropa ji êrîşên çeteyan rizgar bibe. Her wiha ji bo paqijkirina Reqqayê jî operasyona Minbicê gelekî girîng e."
'JI BO SIBEROJA DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRIYEYÊ Û TEVAHIYA SÛRIYEYÊ, WÊ BIBE BINGEH'
Ehmed ragihand, Operasyona Rizgarkirina Minbicê ji bo serketina Şoreşa Sûriyeya Demokratîk gaveke stratejîk a li nava Sûriyeyê ye û wiha pê de çû: "Minbic ji bo çeteyan gelekî girîng bû. Ji bo sîstema xwe ya paşverû û hovane li herêmê bide jiyîn, Minbic ji bo xwe kiribûn kelehek. Rizgarkirina Minbicê û avakirina sîstemeke demokratîk li wê derê, ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê wê bibe bingeheke qewîn. Ji ber ku bi giranî gelê Ereb lê dijî û ji gelek gelên din pêk tê, rizgarkirina vî bajarî ji çeteyan gelekî girîng e. Çawa ku Til Ebiyad (Girê Spî) roleke bi vî rengî lîst, niha jî Minbic wê bi vê rolê rabe."
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed diyar kir, ji bo hemû herêmên bakurê Sûriyeyê bi hev re têkiliyê deynin û gelên li van herêman jiyaneke hevpar û demokratîk ava bikin, azadiya Minbicê gelekî girîng e. Ehmed got, "Li ser vê bingehê, Bakurê Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeya Federal a Demokratîk xwedî roleke çawa be, Minbic jî ji bo rûniştandina sîstema Bakurê Sûriyeyê xwedî heman rolê ye."
'BI VÎNA GELÊ MINBICÊ DESTPÊ KIR'
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed anî ziman, ku Operasyona Rizgarkirina Minbicê ji operasyonên li herêmên din hatin kirin hinekî cudatir e û diyar kir, beriya destpêkirina operasyonê, gelê Minbicê banga 'Werin me ji van çeteyan rizgar bikin' li wan kirine. Ehmed destnîşan kir, ku gelê Minbicê destpêkirina operasyonê bi coşeke mezin pêşwazî kiriye û got, "Beriya destpêkirina pêngavê, hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê siyasî ve meclîsên xwe bi rêxistin kirin. Gelê Minbicê ji bo destpêkirina vê pêngavê xwe bi rêxistin kir. Mirov dikarin bêjin, pêngava Minbicê bi vîna gelê Minbicê destpê kiriye. Wateya vê gelekî mezin e. Ji ber ku heta niha, li derveyî Rojava li ti herêmeke Sûriyeyê vîneke bi vî rengî derneket holê. Lê Minbic beriya operasyona rizgarkirinê ev vîn nîşan da. Ev gelekî girîng e."
'JINAN BI REQSA AZADIYÊ PÊNGAV PÊŞWAZÎ KIRIN'
Ehmed bal kişand ser kêfxweşiya jinên li gundên hatin rizgarkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li cihekî mîna Rojhilata Navîn a feodalîzm lê serdest e, jin bi hêsanî li pêş kamerayan nareqisin. Lê belê jinên bi zora DAIŞ'ê çarşefên reş li xwe kiribûn, bi hatina şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re ew çarşef ji xwe kirin, dest bi reqsa azadiyê kirin û bi tilîliyan şervan pêşwazî kirin. Ev yek kêfxweşî û eşqa jinan a ji bo azadiyê radixe pêş çavan. Mirov dikarin vê reqsê weke 'Reqsa Azadiyê' bi nav bikin. Ji ber ku dibîne ku azad bûye û bi rengekî azad dilîlîne."
'EV GEL ÊDÎ RÊYA XWE BI XWE DIYAR DIKE'
Ehmed da xuyakirin, ku gelê Minbicê di dema operasyonê de alîkariyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk û destnîşan kir, hêzên pêngavê bi ku ve çû, li wê derê ji aliyê gel ve hat hembêzkirin. Ehmed got, "Em weke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, rizgarkirina Minbicê weke avakirina bingeha Sûriyeya Demokratîk dibînin. Ji ber ku ev gelê ewçend zilm dîtiye, êdî rêya xwe bi xwe diyar dike. Naxwaze hêzek ji derve ve bê û hikum lê bike."
'JI BO ME, PAQIJKIRINA TEVAHIYA SÛRIYEYÊ JI DAIŞ'Ê, ESAS E'
Ehmed ragihand, hin hêzên li nava Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê de ne, li şûna azadiya Minbicê dixwazin DAIŞ li Minbicê bimîne û got, "Bi rastî jî em êdî ji nasnameya koalîsyonê, ji temsîliyeta wan bi guman in. Ew bi xwe li derve ne, lê dixwazin DAIŞ bimîne. Bi taybetî dema navê Kurdan derbas dibe dibêjin 'divê hikum nekin'. Bêguman ev xizmetê ji gelê Sûriyeyê re nake. Hewl didin xizmetê ji projeya dewleta Tirk re bikin. Di destnîşankirina siberoja nasnameya Sûriyeya Demokratîk de azadiya Minbicê yek ji xalên esasî ye. Ji niha û pê ve weke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, DAIŞ li ku be em girîng dibînin wê derê azad bikin. Ji ber ku heta çeteyên DAIŞ'ê li nava Sûriyeyê hebin, nepêkane aramî bê Sûriyeyê. Ji bo azadkirina Sûriyeyê divê her devera DAIŞ lê ye bê rizgarkirin. Em ê jî di vî warî de bixebitin."