Li Minbicê êrîşa çeteyan hate pûçkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya bi wesayîta bombebarkirî pûç kirin.

Operasyon “Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla” di roja 12’emîn de derbeyên giran li çeteyan didin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya bi wesayîta bombebarkirî hate şikandin.
Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî gundê Kabîr El-Sexîr a ku 5 km dikeve başûrê Minbicê bikin. Şervanan ev hewldan ferq kirin û bi awayekî xurt li wesayîta bombebarkirî xistin û beriya bigihêje armanca xwe hate îmhakirin.
Di encama teqîna wesayîtê de 4 çeteyên ku tê de bûn jî hatin kuştin.