Însiyatîfa Gel: Gelê me bi vegerîna malên xwe ve divê hilweşînê asteng bike
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê: Di serî de gelê Nisêbîn û Şirnexê, divê tevahî gelê Kurdistanê van êrîşên dijminane vala derxin, pêşî li vê hilweşînê bigirin.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê: Di serî de gelê Nisêbîn û Şirnexê, divê tevahî gelê Kurdistanê van êrîşên dijminane vala derxin, pêşî li vê hilweşînê bigirin.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê têkîldarî êrîşên qirker ên çeteyên Qesrê daxuyaniyek da, got: “Di serî de gelê Nisêbîn û Şirnexê, divê tevahî gelê Kurdistan û derdorên hestyar bikevin nav tevgerê, van êrîşên dijmanane vala derxin, pêşî li vê hilweşînê bigirin û rê vekin ku gelê me teqez vegerin malên xwe. Di vê meha pîroz a Remezanê de cihê gelê me, mal û welatê wan e.”
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku di vê meha Remezanê ya Îslamê ku navê wê aştî, xwişktî, biratî û yekîtî ye, hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê pêkanînên xwe yên qirkirinê didomîne.
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da, destnîşan kir ku hêzên faşîst ên girêdayî Qesrê, wek li Sûr, Cizîr, Silopiyayê, îro jî li Geverê, Nisêbîn û Şirnexê bi hêrsek mezin a li dijîn Kurdan ve êrîş dikin, malên Kurdan hildiweşînin û talan dikin.
Daxuyaniya Însiyatîfa Gel wiha didome: “Çeteyên faşîst ên li hemberî hêzên gelê me yên xweparastinê têk çûn, bi talîmata serçete Tayyîp Erdogan bi xwe bi çekên herî pêşketî ve malên ku karîbûn hilweşînin hilweşandin, yên mane jî piştî gotin şer û operasyon bi dawî bûne kirin. Ji sedî 80 malên li Geverê piştî bidawîkirina operasyonê hilweşandine.
Hikûmeta faşîst a AKP’ê tevî biryara qirkirinê da jî, destpêkê malên tevahî Kurdên berxwedêr ên bi girêdanek mezin a azadiyê tevgeriyan li ser serê wan hilweşandin, bi qanûnên qirkirinê ve hewl didin tevahî bajarên Kurdan ji her cure rantê re vekin, piştî wê jî tu dibêjî qey afirînerê tevahî karesatan ne ew bi xwe ye bi awayekî bêexlaq teklîfên mîna ‘eger hûn a min bikin, ez ê malê bidim we’ dikin.
Hikûmeta AKP’ê ya bi xwe ji exlaq û rûmetê bêpar maye, rastiyekê ji bîr dike. Gelê Kurd bi rûmet û zanebûnek welatparêziyê ve tijî ye. Gelê me yê welatparêz çawa bi hezaran salan welatê xwe, jiyangehên xwe çi dibe bila bibe parastibe, îro jî li dijî êrîşên çeteyên faşîst ên AKP’ê wê biparêze. Gelê Kurd weê di tevahî berxwedanên xwerêveberiyê de nîşanî giştî cîhanê da, eger birçî jî bimîne, li derve jî bimîne wê bêîradebûyinê, bêwelatbûyinê û teslîmbûyinê qebûl neke. Li Kurdistanê li welatê xwe bi avakirina jiyana xwe ya azad wê wek gelekî azad bijî.
Di ronahiya van rastiyan tevahî de, gelê me bêyî li bende be ku qedexeyên kolanan ên tê wateya malên li Nisêbîn û Şirnexê mane jî bi temamî bên hilweşandin, divê vegerên malên xwe. Pêwîst e em bizanibin ku sedema esas a astengkirina vegerînê jî ew e ku dixwazin cihên ku li bajêr li ser piyan mane jî bi erdê re bikin yek. Li ser vî esasî, di serî de gelê Nisêbîn û Şirnexê, divê tevahî gelê Kurdistan û derdorên hestyar bikevin nav tevgerê, van êrîşên dijmanane vala derxin, pêşî li vê hilweşînê bigirin û rê vekin ku gelê me teqez vegerin malên xwe. Di vê meha pîroz a Remezanê de cihê gelê me, mal û welatê wan e.”