Li Minbicê şerekî dijwar diqewime

Li rojava, bakur û bakurrojavayê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 69 çete hatin kuştin.

Li rojava, bakur û bakurrojavayê Minbicê, di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 69 çete hatin kuştin.

Operasyona "Şehîd Fewrmandar Feysel Ebû Leyla" di roja 12. de ye. Li Minbica hatiye dorpêçkirin, pêşdeçûna şervanan dewam dike. Çete jî, ji bo derketina ji nava dorpêçiye serî li rê û rêbazên cuda didin.

Çeteyan li herêma navbera gundên Sûltaniyê û Hemdûniyê ku bi kîlometreyekê li rojavayê Minbicê ye, çeteyan êrîşek pêk anîn û li ser bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şerekî dijwar derket. Ev şer hînê dewam dike.

Li aliyê din, çeteyan duh bi şev êrîşî gundê Medna yê li bakurê Minbicê kirin. Ev êrîş ji sê baskan ve hat kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di cih de bi tundî bersiv dan êrîşê û şerê li vir  derket, heta danê sibê dewam kir. Tê gotin, di şerê li vir de herî kêm 48 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, li gundê Kebîrca mezin a ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, di lêgerînên duh bi şev hatin kirin de herî kêm 21 cenazeyên çeteyan hatin dîtin.