TAK: Çalakiya Vezneciyê hevrêya me Eylem Newroz li dar xist
TAK’ê diyar kir ku çalakiya 7’ê Hezîranê ya li Beyazit a Stenbolê hevrêya wan Eylem Newroz a bi navê Eylem Yaşa li dar xistiye.
TAK’ê diyar kir ku çalakiya 7’ê Hezîranê ya li Beyazit a Stenbolê hevrêya wan Eylem Newroz a bi navê Eylem Yaşa li dar xistiye.
TAK’ê diyar kir ku çalakiya 7’ê Hezîranê ya li Beyazit a Stenbolê hevrêya wan Eylem Newroz a bi navê Eylem Yaşa li dar xistiye.
Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku hevrêya wan a ku endama tabûra nemiran û fermandara tîma tolhildanê Eylem Newroz çalakî li dar xistiye.
“Hevrêya me Eylem Newroz bi ruhê fedayî bi ser dijmin de çûye, di vê çalakiya ku bi dehan polîs hatin kuştin de gihiştiye şehadetê. Hevrêya Eylem di rêça hevrêyên Zinar û Doga de meşiya û xeta jiyîn û çalakiyê ye. Hevrêyên wan ên TAK’ê yê ku li bendê ne ku faşîzma Tirk a ku xwînê dirêje di nav de bifetisînin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Newroz bi eslê xwe ji Amedê ye û beşekî mezin ê jiyana xwe li Entalyayê derbas kiriye.
Di daxuyaniya TAK’ê de hate diyarkirin ku Eylem Newroz, hê di temenên ciwan de siyaseta înkar û îmhayê ya ku dewleta Tirk li ser Kurdan dimeşîne nas dikir, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê eleqeya wê hebû, got: “Hevrêya Eylem, wek jin û Kurdekê, biryar da ku di nav sîstemê de nemîne, sala 2005’an jî tevlî refên Tevgera Azadiyê bûye. Wek gerîlayekê, li qadên cuda piştî xebatên cur bi cur meşandin, bi îdîaya têkoşînek hê çalaktir, derbeyên hê mezintir li dijmin dayinê ve payiza 2011’an tevlî refên TAK’ê bûye. Hevrêya Eylem ku ji wê demê ve di her xebatê de praktîkên serkeftî kir, di tevahî jiyana xwe de bi girêdana xwe ya bi Serok Apo re, bi hezkirina xwe ya hevaltî ve, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi kedkarî û sadebûnê ve bûye pêşengê me hemûyan. Hevrêya Eylem, jiyana xwe ya tijî serkeftin û cewherî bi çalakiya fedaî ya ku bi xwe amade kir, bi rêxistin kir û pêk anî ve tacîdar kiriye.
Di fermandariya Hevrêya Eylem de wê şervanên TAK’ê bi bawerî, hêrs û kînek mezin ve berê xwe bidin hedefên xwe.”
Nasnameya Eylem Newroz wiha ye:
Nasnav: Eylem NEWROZ
Nav û Paşnav: Eylem Yaşa
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Navenda Amedê/1984
Navê Dayik: Hanim
Navê Bav: Naîf
Cih û Dîroka Şehadetê: Beyazit/Stenbol 7’ê Hezîrana 2016.