Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê li ser êrîşên duh ên çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek weşandin û diyar kir, çeteyan ji şeş aliyan ve êrîşî gundê Medîbanê û geliyê Şîlo kirin û ev hemû êrîş hatin şikandin. YBŞ'ê ragihand, di vî şerî de 18 çete hatin kuştin.
ANF
ŞENGAL
yekşem, 12 pûşperê 2016, 14:17
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê êrîşên duh ên çeteyên DAIŞ’ê de daxuyaniyek weşandin û diyar kir, çeteyan ji şeş aliyan ve êrîşî gundê Medîbanê û geliyê Şîlo kirin û ev hemû êrîş hatin şikandin. YBŞ'ê ragihand, di vî şerî de 18 çete hatin kuştin.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Sae di 04.30 ê danê sibehê de, çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke berfireh anîn ser gundê Medîban û geliyê Şîlo. Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî Medîbanê kirin. Ev êrîş ji aliyê şervanên YBŞ/YJŞ’ê ve hatin şikandin. Armanca çeteyan şikandina şervanên YBŞ’ê yên gundê Medîban û Geliyê (Geliyê Şehîdan) bû. Ji Sikiniyê heya Medîbanê ji 6 aliyan ve çeteyan xwestin bikevin nava Geliyê Şîlo û çiyê. Lê şervanan bi berxwedana mezin bersiv dan û ev êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin. Li çend çeperan şerekî dijwar rû da. Heya nîvro ev êrîş hatin şikandin. Li hinek cihan jî şer heya êvarê dewam kir. Êrîşên çeteyan ên li her 6 aliyan hatin şikandin. Di vî şerî de bi qismî şervanên HPG/YJA STAR'ê û balafirên koalîsyonê alîkariya YBŞ’ê kirin. Gundê Medîbanê û Geliyê Şehîdan xetek stratekîj a parastina Bakurê Çiyayê Şengalê ye.
Weke Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ji bo alikariya wan em spasiya wan hêzan dikin.
18 ÇETE HATIN KUŞTIN, CENAZEYÊN 8 JI WAN LI HERÊMA DI BIN KONTROLA ŞERVANAN DE NE
Di encama van êrîşan de bi giştî 18 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Her wiha ji van kuştiyan cenazeyên 8 çeteyan destê hêzên me de ne. Di encama êrîşa balafiran de jî gelek çete hatin kuştin, lê hejmar nehat zelalkirin."
ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN DESTESERKIRIN
Di vî şerî de çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ’ê ketin destê şervanên YBŞ’ê.
Li gorî daxuyaniyê, ev çek û cebilxanmeyên hatine desteserkirin, ev in:
"5 kleş, 1 BCK, B-7, 1 M16, demanceyek, cihazek bêtêl, kamerayek, 5 çente, gelek roket, bombe û fişekên cûr be cûr hatin desteserkirin.
Her wiha dozerek zirxî û doşkayek 12.5 hatin rûxandin. 2 hamirên çeteyan jî hatine derb kirin.
Di şer de balafirên koalîsyonê 5 caran li gundê Tewra xistine. Di encamê de hamirek û katoşek hatin rûxandin, lê encama kuştiyan nehate zanin.
2 ŞERVANÊN YBŞ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Di vî şerî de 2 şervanên YBŞ’ê bi awayek qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê. Her wiha 2 şervanên YBŞ’ê bi awayek sivik birîndar bûn.
Nasnameya şervanên YBŞ’ê yên şehîd ketine wiha ne:
Nasnav: Elî Salim
Nav û Paşnav: Elî Salim Mahayer
Cihê ji dayîkbûnê: 1997 - Rebîa
Cihê şahadetê: Gundê Medîban, Geliyê Şîlo / 11.06.2016
Nasnav: Xwînrêj Dozwan
Nav û paşnav: Îsmaîl Mihemed
Cihê dayîkbûnê: Kobanê
Dîroka şahadetê: Gundê Medîban, Geliyê Şîlo / 11.06.2016"