Karkerê şoreşê û lêgerînerê azadiyê: Amed Kobanê
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîrana 2016'an de destpê kir, ne tenê şer e. Li vê eniyê, gelek çîrokên balkêş hene.
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîrana 2016'an de destpê kir, ne tenê şer e. Li vê eniyê, gelek çîrokên balkêş hene.
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîrana 2016'an de destpê kir, ne tenê şer e.
Me li çîrokên sivîlên ji çeteyên DAIŞ'ê reviyan û xwe li herêmên azad ên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê girtine, guhdarî kirin.
Wekî din, ji bilî şervanên li eniya pêş cih digirin, kedkarên li eniya paş jî hene, ku ji bo xurtkirina têkoşînê kedeke mezin didin. Ew lojîstîkê didin şervanên li eniya pêş. Ya rast, ew hîmên bingehîn ên vî şerî de ku şervanên li eniya pêş pişta xwe dispêrin wan.
Mînak; di vê demê de me hemûyan dîtin ku dayik ji bo ewladên xwe yên li eniya pêş şer dikin, xwarinê amade dikin. Me di heman demê de hin şervan dîtin, ku erd û zeviyên gundiyên gund gerikandine, av didin û li wan miqate ne.
Yek ji van jî Amed Kobanê ye.
Amed Kobanê yê 33 salî zewicî ye û bavê 3 zarokan e. Weke karkerekî şoreşê, lêgerînerekî heqîqetê û azadiyê, ji destpêkê ve bi rengekî aktîf tevlî şoreşa Rojava bûye.
Amed Kobanê beriya niha di berxwedana Kobanê ya efsanewî de bi xurtî cih girtibû û piştî azadkirina navenda bajêr, tevî şervanan cihê xwe di operasyonên rizgarkirina gund û gundikên Kobanê de girtibû.
Di Pêngava Şehîd Gelhat a paralelî Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de ji bo yekkirina Kantonên Kobanê û Cizîrê hat destpêkirin de li refên herî pêş cih girt û nîşan da ku ew karkerekî şoreşê ye.
Amed Kobanê her wiha beşdarî pêngavên rizarkirina Sirînê, Tişrînê bû û herî dawî di nava Pêngava Rizgarkirian Minbicê de cih digire. Lê vê carê li eniya paş, weke karkerekî şoreşê di nava pêngavê de ye.
Her wezîfeya jê re tê dayîn, çi mezin çi jî biçûk bi rengekî serketî bi cih tîne. Taybetmendiya Amed Kobanê ya derdikeve pêş ew e; li her qada tê rizgarkirin bexçe û zeviyên hatine çandin av dide û li wan dinêre.
Paqijkirina herêman ji çeteyên DAIŞ'ê têrê nake. Karê bingehîn, ji rizgarkirinê û pê ve destpê dike. Heta ku herêm ji mayîn û teqemeniyan neyên paqijkirin, welatî nikarin vegerin malên xwe. Lewma heta vegera welatiyan, Amed Kobanê bexçe û zeviyên gundiyan av dide û li wan dinêre.
Amed Kobanê yê li pişt eniyê ye, piraniya roja xwe bi avdan û paqijiya bexçeyan derbas dike.
Di encama vê keda Amed Kobanê de, dema gundî li gund û malên xwe vegerin, wê karibin bi hêsanî berhemên zeviyên xwe kom bikin.