Hewldana çeteyan a ji bo êrîşê hat şikandin

Çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin xwe berdin nava çeperên gerîla yên li başûrê Kerkûkê, pê li mayînê kirin. Çeteyên ku kuştî û birîndar dan, neçar man ji herêmê birevin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 01:00 de xwestin xwe berdin nava çeperên gerîla yên li herêma gundê Newafîl ên li başûrê Kerkûkê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîla hatin bidestxistin, mayînên ji bo parastinê hatibûn çandin bi çeteyan teqiyan. Di encamê de herî kêm çeteyek mir. Piştî teqînê çete neçar man birevin.

Newafîl û gundên li derdorê yên li herêma Tilwerdê, di destpêka sala 2015'an de bi operasyoneke hevpar a hêzên gerîla û pêşmergeyan ji çeteyên DAIŞ'ê hatibûn paqijkirin.

Çavkaniyên me yên li herêmê ragihandin, di dema dawî de tevgera DAIŞ'ê ya li herêmê zêde bûye û di hefteya dawî de çeteyan 2 caran hewl dan xwe berdin nava çeperan. Lê belê her cu daran jî hêzên Kurd di cih de bersiv dan û çete neçar man birevin.