Ûygûr ê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Cenazeyê Cemal Ûygûr ê 27 salî yê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin û şûn de li gundê Nerex hate definkirin.

Cenazeyê Cemal Ûygûr ê 27 salî yê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin û şûn de li gundê Nerex hate definkirin.

Cenazeyê welatiyê bi navê Cemal Ûygûr (27) ê di berxwedana Şirnexê de ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate qetilkirin, piştî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin, hate wergirtin û ber bi gundê Nerexê ve ketin rê. Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan û Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Segvan Kilinç jî di nav de bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn.

Cenazeyê Ûygûr li gund bi dirûşman ve hate pêşwazîkirin û piştî wecîbeyên olî birin goristana gund. Cenaze li goristanê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" "Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne" hate definkirin.