Komkujî ne bi kiryar nediyarî, bi rengekî eşkere hatin kirin
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin, ku di 14 salên desthilatdariya AKP'ê de kuştinên kiryar nediyar rû nedan, ji ber ku komkujî bi awayekî vekirî hatin kirin.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin, ku di 14 salên desthilatdariya AKP'ê de kuştinên kiryar nediyar rû nedan, ji ber ku komkujî bi awayekî vekirî hatin kirin.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin, ku di 14 salên desthilatdariya AKP'ê de kuştinên kiryar nediyar rû nedan, ji ber ku komkujî bi awayekî vekirî hatin kirin. Bîlîcî her wiha li aqûbeta Rêveberê DBP'ê Şirnexê Hûrşît Kulter ê di 27'ê Gulanê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin û ji hingî ve agahî jê nîne, pirsî.
Bîlîcî da xuyakirin, ji salên 90'î û vir ve dewletê timî bi kuştinên kiryar nediyar û windakirina di binê çavan de bersiv daye hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd û anî ziman, ev zîhniyeta qirêj di roja îro de jî dewam dike.
Bîlîcî bibîr xist, ji roja destpêkirina desthilatdariya AKP'ê û vir ve AKP timî dibêje, "Di dema me de kuştinên kiryar nediyar nebûye" û got, "Dibe ku windakirina dibinê çavan de nebûye, lê belê sedema vê yekê edalet an jî nêzîkatiya aştiyane ya desthilatdariya AKP'ê nîne. Sedema vê yekê ew e, desthilatdariya AKP'ê di şer û bûyerên civakî de her tişt bi rengekî vekirî kir û li pêş çavên her kesî gelek jin, zarok û extiyar qetil kir. Binêrin; Tirkiyeyê peymana Neteweyên yekbûyî ya li dijî windakirina mirovan îmze nekiriye. Ji ber ku nexwestiye hesabê sûcên xwe yên berê bide."
HÛRŞÎT KULTER DI BINÊ ÇAVAN DE YE, ŞAHID HENE
Bîlîcî da xuyakirin, ku ji 24'ê Tîrmeha 2015'an dema dijwarbûna şerê li Kurdistanê û vir ve, dewlet bi pêkanînên kêfî hemû peyman û qanûnên navneteweyî yên bi xwe îmze kirine, binpê kiriye û got, "Dewleta ku di çarçoveya tinekirinê de polîtîkayê dimeşîne, hem li çiyê, hem jî li nava bajaran gelek sivîl qetil kir. Yên ku nikarîbû qetil bike û bi birîndarê zevt kir, ew jî înfaz kir yan jî hebûna wan a di binê çavan de înkar kir û winda kir. Qurbanê herî dawî yê vê polîtîkayê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter e. Şahid û îdîa hene ku Kulter hatiye binçavkirin. Tevî vê yekê jî bi israr dibêjin, ku Kulter nehatiye binçavkirin. Rêbaz nayê guhertin: binçav dikin, piştre înkar dikin ku binçav kirine û dawî li mafê jiyanê tînin. Em bi fikar in ku heman rewş careke din biqewime. Hûrşît Kulter di 27'ê Gulanê de hat binçavkirin û ji hingî ve agahî jê nîne."
DIVÊ TIRKIYE HESABÊ RABIRDÛYA XWE BIDE
Bîlîcî destnîşan kir, Tirkiye li şûna hesabê van polîtîkayên xwe yên qirêj ên dema berê bide, bi qebûlkirina pêşnûme qanûna 'zirxa parastina leşkeran' re pêşî li bûyerên bi vî rengî vekir.
Bîlîcî got, "Ya ku divê bê kirin, mîna Bosna Hersek û Arjantînê avakirina komîsyonên hesabpirsîna ji dema berê ye. Lewma ez bang li mirovên demokrat dikim. Eger em nerazîbûneke cidî ya raya giştî dernexînin holê Hûrşît Kulter û gelek ji me wê bibin qurbanê kiryar nediyar. Divê em ji bîr nekin; eger aştiyeke civakî û bi rûmet wê pêk were, ev jî bi hesabdayîna rabirdûya xwe dibe."