Hevserokê PYD’ê Muslum bi Waliyê Kerkukê Kerîm re civiya
Hevserokê PYD’ê Salih Muslum, Waliyê Kerkukê Dr. Necmedîn Kerîm li odeya wî ziyaret kir.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslum, Waliyê Kerkukê Dr. Necmedîn Kerîm li odeya wî ziyaret kir.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslum, Waliyê Kerkukê Dr. Necmedîn Kerîm li odeya wî ziyaret kir.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Gelan (PYD) Salih Muslum, Waliyê Kerkukê Dr. Necmedîn Kerîm li odeya wî ziyaret kir. Di hevdîtinê de li gel Muslum, nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîp Hiso, Waliyê Kerkukê Dr. Necmedîn Kerîm, berpirsyarên rêxistina YNK’ê ya li bajarê Kerkukê Aso Mihemed û bi serokê Meclîsa Giştî a bajarê Kerkukê Rebwar Telebanî jî beşdar bû.
Piştî hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî hate kirin, Muslum û Kerîm daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya çapemeniyê de di destpêkê de mafê axaftinê Dr. Necmedîn Kerîm girt û serkeftina PYD’ê ya ku li Rojava bi dest xistî pîroz kir.
Kerîm wiha axivî: “Her tim têkiliyên min bi Rojava û Salih Muslîm re hebûn. Ji ber ku li Kerkukê em ziyaret kirin pir spasiya wî dikim. Me serkeftinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), YPG, YPJ yên li Rojava bi dest xistine nirxandin. Bi rastî jî li Rojava destanên qehremanî tên nivîsandin. Di vê der barê de tişta ku bikeve li ser milên me em amade ne, ji bo gelê me yê li wir çi ji destê me bê em amade ne”. Kerîm diyar kir ku bê guman her tim piştgiriya gelê Kerkukê bi gelê Rojava re qut nebûye û piştgirîkirina me wê dewam bikin.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî axivî û da zanîn ku bajarê Kerkukê ji bo hemû Kurdan cihekî mûqades û pîroz e. Bajareke ku her demê min dixwest bê bibînim. Muslum wiha axivî: “Di vê hevdîtinê de piranî li ser bûyerên ku li Rojava tên jiyîn axivîn. Weke tê zanîn li wir şerek heye, dorpêç heye û li bermberî van tevan jî berxwedaneke bi heybet heye. Me ev nirxand. Bi awayekî girtî der barê bûyerên ku li Rojava tên jiyîn de me gotûbêj kirin. Di wê baweriyê deme ku wê ji niha û şûn de hevdîtinê me yên li bajarê Kerkukê berdewam bikin.”
Li ser pirsa ku rojnamevanan a di der barê vekirina Deriyê Sînor ê Sêmalka de Muslum wiha anî ziman; “Divê Deriyê Sînor ê Sêmalka ji bo deskeftiyên siyasî neyên bikaranîn” û wiha got: “Bê guman vekirina Deriyê Sînor ê Sêmalka wê ji bo Rojava pir bi bandor be. Deriyê Sînor ê Sêmalka niha ji bo pêdiviyên mirovî hatiye vekirin. Em di wê baweriyê de ne ku vekirina deriyê sînor ji aliyê hinek hêzên siyasî ve weke pergalekî ya rantê bi kar nînin. Divê ji bo destkeftiyên siyasî neyê bikaranîn.”