‘Gava duyemîn a operasyona Minbicê destpê kir’

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku gava duyemîn a operasyona Minbicê dane destpêkirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku operasyona “Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla” a ku bi armanca azadkirina Minbicê dane destpêkirin, li gor hemû rêgezên navneteweyî, rêbaz û qanûnan pêk anîne, ragihandin ku gava duyemîn a operasyona Minbicê ya ketina bajêr dane destpêkirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî operasyonên ku dewam dikin û dorpêça Minbicê û ketina bajêr daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyaniyê da zanîn ku hêzên Minbicê li derdora bajêr gelek gund rizgar kirin, hemû rêyên ku ji bo alîkariya çeteyan diçin navenda bajêr hatine kontrolkirin û gelek serkeftin bi dest xistine. Ji bo gava duyemîn a operasyonê ya ketina bajêr amadakarî hatine kirin, lê bal kişand ku ji bo ewlekariya sivîlan pir bi baldarî wê tevbigerin.

Di daxuyaniyê ev hate gotin:

“Tevî hemû rêzeserkeftinên ku hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundewarên Minbicê bi dest xistin, bajar bi temamî dorpêç kirin û rêyên alîkariyên ji bo çeteyên li hundirê bajar jî kontrol kirine û girtine, ji bo gava xwe me ya ketina hundirê bajar planeke bihêz a parastina ruhê sivîlan em dimeşînin.

Em wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo parastina sivîlên ku ji me re teqez bû ku çeteyên DAIŞ’ê wan weke rehîne di hundir bajar de digirin û dixwazin weke mertalên zindî bikar bînin, bang li hemû welatiyên xwe dikin ku dûrî herêmên şer bimînin.

Piştî dorpêçkirina herêmê bi temamî, em gava xwe ya duyemîn a ketina navenda bajar giran davêjin, ev yek jî bi tenê ji bo parastina sivîlên di hundir bajar de ye.

Hêzên me hemû pîvan, qanûn û peymanên navnetewî yên girêdayî van rewşan bi cih tînin. Em soz didin gelê xwe yê Minbicê ku em ê Operesyona Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla heya rizgarkirina tevahî Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê bidomînin.”