Bûldan: Ji bo Geverê wê her tişt bê seferberkirin
Meclîsa Jinê ya HDP’ê ji bo lêkolînek 5 rojan a li navçeya Gever a Colemêrgê ku di bin navê qedexeya kolanan de 79 rojan hate şewitandin û hilweşandin, hate navçeyê.
Meclîsa Jinê ya HDP’ê ji bo lêkolînek 5 rojan a li navçeya Gever a Colemêrgê ku di bin navê qedexeya kolanan de 79 rojan hate şewitandin û hilweşandin, hate navçeyê.
Meclîsa Jinê ya HDP’ê ji bo lêkolînek 5 rojan a li navçeya Gever a Colemêrgê ku di bin navê qedexeya kolanan de 79 rojan hate şewitandin û hilweşandin, hate navçeyê. Piştî lêkolîna destpêkê, li ser navê heyetê Bûldan axivî, diyar kir ku Gever ji jîngehbûnê derxistine, destnîşan kir ku wê her tişt ji bo vir bê seferberkirin.
Heyeta ji 15 kesan ku tê de endamên Meclîsa Jinê ya HDP’ê Asiye Kolçak, Aynûr Tîmûr, Beycan Taşkiran, Nûr Aytemûr, endama Desteya Rêveber a Meclîsa HDP’ê Gulsum Agaoglû, Wekîla Hevseroka Meclîsa û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan hene, li taxên Yeşîldere, Dize, Eskî Kişla, Mezarlik, Cûmhûriyet û Gungorê lêkolîn kir.
Piştî lêkolînan, li ser navê heyetê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan daxuyanî da, diyar kir ku li beramberî dîmenên li Geverê ketine şokê, got li Geverê hiqûqa dijminantiyê pêk hatiye.
‘HER TIŞT WÊ BÊ SEFERBERKIRIN’
Bûldan anî ziman ku Gever ji jîngehbûnê derxistine, ev ragihandin: “Ji bo em karibin Geverê bikin Gevera berê divê em dilê van mirovan tamîr bikin, ev jî wê ne hêsan be. Piştî ewqasî hilweşîn, talan, şewitandinê wê mirov nebin mirovên berê. Wateyê vê talankirinê ew e ku divê bila ti kes li Geverê nejîn. Tevî van jî gelê Geverê wê jiyana xwe ya li vir bidomîne. Em wek partiyê ji bo piştevaniya bi gelê xwe re, em ji bo seferberkirina tevahî derfetên xwe yên madî û manewî li vir in. Ji bo mirovên me yên li Geverê dîsa vegerin jiyana xwe ya berê em ê çi ji destên me tên bikin. Ev dîmenên li vir wê ji mejiyê mirovên li vir dernekeve. Lê, gelê me wê li hember ewqasî neheqiyê, nehiqûqiyê zanibe li ser lingan bimîne. Gelê me berxwedêr e. Em ê li hember vê hilweşînê bi serbilindî li ser piyan bin.”