KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Minbicî li herêmên ewle tên bicihkirin
Sivîlên ji ber zilma DAIŞ'ê ji Minbicê direvin, li herêmên ewle yên di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê de ne, tên bicihkirin. -
Li Rojava xwehilberîn û çandiniya ekolojîk bi pêş dikeve
Endamê Komîteya Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê Hasan Gerdûn diyar kir, ew dixwazin bingeheke aboriyê ya bersivê dide pêdiviyên civakê ava bikin û di vî warî de çandiniya ekolojîk esas digirin. -
Li Çewlikê erdhej
Li Çewlikê erdhejek dijwariya wê 4,5 pêk hat. -
Li Pilûrê li dijî Qereqola Jendermeyan çalakî
Li dijî Qereqola Jendermeyan a di têketina navçeya Pilûr a Dersîmê çalakiyek bi roket û çekên luledirêj hate lidarxistin. -
Ji gerîlayên HPG’ê li dijî Tabûra Tekelî çalakî
Hate ragihandin ku gerîlayên HPG û YJA-STAR'ê bi çekên giran ve li dijî Tabûra Tekelî ya li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakî li dar xistine. -
Li Şirnexê çalakiyên bombeyî
Hate ragihandin ku li navçeyên Qileban û Hezex ên Şirnexê du çalakiyên bombeyî hatine lidarxistin, birîndar hene. -
Nasnameya şervanekî YPG’ê hate eşkerekirin
YPG’ê nasnameya şervanekî azadiyê yê li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest daye eşkere kir. -
Cebilxaneya çeteyan hate desteserkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundê Şiwêhe Xeznawiyê, çek û cebilxaneyên çeteyan bi dest xistin. -
Li Wanê 50 kesan Bînalî Yildirim pêşwazî kirin
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim di ziyareta xwe ya Wanê de, li ber avahiya AKP’ê ji aliyê 50 kesî hate pêşwazîkirin. -
HDP’î û DBP’î li Xaçortê bi gel ê ku malên wan hatine hilweşandin re civiyan
Piştî şerê duh êvarî li Taxa Xaçort a Wanê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, çeteyên Qesrê dest bi hilweşîna malên li Kolana Karliovayê kirin. Li ser vê heyeta HDP û DBP’ê li taxê geriyan û bi gel re civiyan. -
Çeteyên Qesrê li Rêya Îpekê sê mal hilweşandin
Piştî şerê li Taxa Karşiyaka ya girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 3 malên aîdî malbatên Araman û Mana ji aliyê çeteyên Qesrê hatin gulebarandin û piştre li ber çavên zarokan hatin şewitandin. -
Hevşaredara Elkê hat girtin
Hevşaredara Elkê Seyran Argan a ku hatibû binçavkirin hat girtin. -
Ji Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî Silopiyayê daxuyanî
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî çalakiya 30’ê Gulana 2016’an a li ser Rêya Îpekê ya Taxa Yenî ya Silopiyayê daxuyanî da û bal kişand ku tevî hemû tevdîran jî sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Berxwedêrê Cizîrê Bayar li Cizîrê hat oxirkirin
Mehmet Emîn Bayar (23) ê di berxwedana li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, bi testa DNA'yê hat teşxîskirin. Cenazeyê Bayar ji Nerxweşxaneya Dewletê ya Dîlokê hat wergirtin û li Cizîrê hat veşartin. -
Ketin û derketina Şirnexê hînê qedexe ye
Tevî daxuyaniya "Operasyon qediya ye" dewlet destûrê nade mirov biçin Şirnexê û jê derkevin. Çeteyên Qesrê, avahiyên li Şirnexê bênavber hildiweşînin. -
Çeteyan li Hiwêcayê 5 ciwan înfaz kirin
Derket holê, çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Hiwêcayê, 5 ciwan bi îdîaya 'sîxuriyê' înfaz kirine. -
Li Wanê şer qewimî
Li taxa Xaçort a navçeya Wan Îpekyolû, di dema serdegirtina li malekê de duh bi şev şer derket. Di vî şerî de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di çalakiya gerîlayên YJA Starê de leşkerek hat kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê da xuyakirin, ku di çalakiyeke sûîqestê ya li ser sînorê herêma Zapê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin. -
RTUK'ê careke din ekranên Ozgur Gun TV tarî kir
Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirk, ji ber ku bi rêya telefonê der barê kuştina 2 kesan û birîndariya 12 kesên li Cizîrê de agahî girt, rojekê ekranê Ozgur Gun TV tarî kir. -
Li Şirnexê 2 kes hatin girtin, kesek hat binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Şirnexê de 2 kes hatin girtin. Hevşaredara Elkê jî hat binçavkirin. -
Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê diyar bû
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), endamên xwe yên Desteya Rêveberiya Navendî diyar kir. -
Nûçegihanê DÎHA’yê Orûç hat berdan
Nûçegihanê DÎHA’yê yê Silopiyayê Nedîm Orûç ê ji ber nûçeyên xwe hatibû girtin, di rûniştina yekemîn de hat berdan. -
Waliyê Tirk gelek herêmên Colemêrgê "qedexe" kir
Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, di bin navê "Herêma Ewlekariya Taybet" de gelek herêmên Colemêrgê heta 26'ê Hezîranê li sivîlan qedexe kir. -
Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê hatin veşartin
Şervanê YPG'ê Semîr Şêxmûs Şindî (Agir) ê di berxwedana li Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest da û Suhêl Îsa Ebdî (Egîd) ê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin. -
Minbic ji çar aliyan ve dorpêçkirî ye
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji çar aliyan ve dor li Minbicê girtine.