RTUK'ê careke din ekranên Ozgur Gun TV tarî kir

Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirk, ji ber ku bi rêya telefonê der barê kuştina 2 kesan û birîndariya 12 kesên li Cizîrê de agahî girt, rojekê ekranê Ozgur Gun TV tarî kir.

Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirk, ji ber ku bi rêya telefonê der barê kuştina 2 kesan û birîndariya 12 kesên li Cizîrê de agahî girt, rojekê ekranê Ozgur Gun TV tarî kir.

Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirk (RTUK), rojekê ekranê Ozgur Gun TV'yê tarî kir. Ji bo tarîkirina ekranê qenalê, dîmenên êrîşa di 20'ê Çileyê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qewimî, hat nîşandan. Di vê êrîşa tîmên taybet de 2 kes hatibûn kuştin 12 kes jî birîndar bûbûn. 

'ÎFTIRA AVÊTINE MEMÛRÊN DEWLETÊ!'

Di biryara mijara gotinê de ev tişt hat gotin: "Îftirayên wekî hêzên dewletê sivîl hedef girtine û li wan îşkence hatiye kirin, xebatên rêxistina terorê ya ku bûn sedema operasyonan ji nedîtî ve hat, bi vê rêyê li hemberî rewabûna dewletê cih dide gotinên rikber. Ev jî zerarê dide welatiyên dewleta TC'yê."

BÊ DUBAREKIRIN WÊ LÎSANS BÊ BETALKIRIN

Di biryarê de hat diyar kirin ku ji ber heman sedemê, di 21'ê Cotmeha 2015'an de li Ozgur Gun TV'yê cezayê pere hatiye birîn û rojek cezayê girtinê hatiye dayîn. Di biryarê de hat gotin ku heman îhlal bê kirin, wê li gorî xala 8'emîn a weşana li ser logoyê Ozgur Gun TV'yê tê kirin bê betalkirin. 

Her wiha di 11'ê Çileyê de akademîsyenê ku beşdarî bernameya Ozgur Gun TV ya bi navê "Alternatîf Medya" bû, bi îdiaya heqaret li Serokkomar û Serokwezîr kiriye, 14 hezar 359 TL pereyê ceza li televîzyonê hatibû birîn.

DI NAVA 8 MEHAN DE CEZAYÊ 73 HEZAR TL Û 2 HEFTE QEDEXEYA WEŞANÊ

Ozgur Gun TV ji roja dest bi weşanê kir heta niha gelek caran bûye hedefa RTUK'ê û gelek caran cezayê pere lê hatiye birîn. Tenê di nava 8 mehan de 73 hezar TL cezayê pere lê hat birîn û 2 hefteyan jî ekranê wê hat reşkirin.