Cebilxaneya çeteyan hate desteserkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundê Şiwêhe Xeznawiyê, çek û cebilxaneyên çeteyan bi dest xistin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundê Şiwêhe Xeznawiyê, çek û cebilxaneyên çeteyan bi dest xistin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundê Şiwêhe Xeznawiyê ku di çarçoveya “Operasyona Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla” de rizgar kirin, xebatên paqijkirinê dan destpêkirin. Di encamê de miqdarek çek û cebilxaneya ku çeteyên DAIŞ’ê li pey xwe hiştin, desteser kirin.

Çekên ku hatin destesrkirin ev in: 1 BKC û 3 hezar guleyên wê, 12 Kileş û hezar û 500 guleyên wan, 40 jerjor, 3 RPG tevî 9 roketên wê, 10 bombeyên destan, 5 rext û 2 bêtêl.