Nasnameya şervanekî YPG’ê hate eşkerekirin
YPG’ê nasnameya şervanekî azadiyê yê li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest daye eşkere kir.
YPG’ê nasnameya şervanekî azadiyê yê li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, nasnameya şervanekî xwe yê azadiyê ku li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest da, bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniya YPG’ê de soza dilsoziya bîranînên tevahî şervanên azadiyê hate dayîn, ji malbata şehîdê azadiyê re sersaxî xwest.
Nasnameya şervanê azadiyê wiha ye:
Nasnav: Xabûr Şoreş
Nav û Paşnav: Cemîl Seydo
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb / 1997
Navê Dayik: Nehal
Navê Bav: Ferhad
Dîroka Tevlîbûnê: 2013
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba, Ehres / 08-06-2016