Waliyê Tirk gelek herêmên Colemêrgê "qedexe" kir

Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, di bin navê "Herêma Ewlekariya Taybet" de gelek herêmên Colemêrgê heta 26'ê Hezîranê li sivîlan qedexe kir.

Walîtiya Tirk a li Colemêrgê, gelek herêmên din li herêmên di bin navê "Ewlekariya Taybet" de hatine qedexekirin, zêde kir.

Di daxuyaniya li malpera fermî ya Walîtiya Tirk de hat weşandin, herêmên heta 26'ê Hezîranê li sivîlan qedexe bin ev in:

"Li navçeya navendî; herêma Kîlîle Tepe (herêma navbera Bakurê Kîlîle, Bakurê Kîlîle Tepe, Rojavayê Ballik Tepe û Ûfak Toprak), herêma Cernîl Tepe; bakurrojavayê Cernîl Tepe, Bakurê Kara Tepe, Otlûk Sirti, rojhilatê Fak Tepe, rojhilatê Çeşme Tepe, Gafa Tepe, Kovan Tepe û bakurê Arîzan, herêma Ganîzark; herêma navbera xaçerêya gundê Ogûl, başûrrojavayê taxa Çanakli, Hamza Tepe, bakurê Sakar Tepe, Çeşme Tepe, Tabak Tepe, Keven Tepe, bakurê gundê Ceylanli, rojavayê Kale Tepe, taxa Derelî, Sûlûkayalar, bakurê Golgelî Tepe, bakurê Geyîp Tepe."