Çeteyên Qesrê li Rêya Îpekê sê mal hilweşandin

Piştî şerê li Taxa Karşiyaka ya girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 3 malên aîdî malbatên Araman û Mana ji aliyê çeteyên Qesrê hatin gulebarandin û piştre li ber çavên zarokan hatin şewitandin.

Piştî şerê li Taxa Karşiyaka ya girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 3 malên aîdî malbatên Araman û Mana ji aliyê çeteyên Qesrê hatin gulebarandin û piştre li ber çavên zarokan hatin şewitandin.

Piştî şerê li Taxa Karşiyaka ya girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 mal ji aliyê çeteyên Qesrê li ber çavên zarokan hatin şewitandin. Gel li hember hilweşîna bi kepçeyên zirxî wiha nerazîbûn nîşan da: “Wêneyên kiryarên wan bikşînin bila her kes bibîne bê ev dewleta çawa malên me bi erdê re dike yek.”

Siddik Mana diyar kir ku polîsan danê êvarî saet 01.30’an bi ser taxê de girtine, piştî anonsan jî ew ji malên wan derxistine, got: “Me ji malên me derxistin û piştre bi kepçeyan malên me bi erdê re kirin yek. Li malê alavên me hebûn. Tew nebû dikarîbûn ji bo hin alavan em derxin hin wext bidana me. Anons kirin û hema em bi zorê ji malê derxistin. Psîkolojiyên zarokan serûbin bûye.”

Rifat Araman ê ku mala wî jî hatiye hilweşandin, diyar kir ku çeteyên Qesrê mala wan gulebaran kirine û ji ber vê jî lawirên di axûrê de mirine. Araman wiha pê de çû: “Ev êrîşek li dijî taxê ye. Tevî ti sedemên wan ên hilweşînê nîn bû jî malên me talan kirin. Li mal, alav, lawir guhdar nekirin, tev dan ber guleyan. Lawirên li axûrê jî mirin.”

Neslîhan Araman a ku malê wê li ber çavên zarokên wê hate hilweşandin jî ragihand ku bi zorê canê xwe xilas kirine. Araman got, “Li malê zarok û dayikek kal hebû. Ji ber ti wext nedan, me bi zorê canê xwe rizgar kir” û anî ziman ku lawirên li axûr û pînikê jî kuştine.

Araman ev ragihandin: “Her cure raye dane van. Ti sedema wan a gulebaranê nîn bû. Têra wan nekir, vê carê jî bi kepçeyê hilweşandin.”

...