HDP’î û DBP’î li Xaçortê bi gel ê ku malên wan hatine hilweşandin re civiyan

Piştî şerê duh êvarî li Taxa Xaçort a Wanê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, çeteyên Qesrê dest bi hilweşîna malên li Kolana Karliovayê kirin. Li ser vê heyeta HDP û DBP’ê li taxê geriyan û bi gel re civiyan.

Piştî şerê duh êvarî li Taxa Xaçort a Wanê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, çeteyên Qesrê dest bi hilweşîna malên li Kolana Karliovayê kirin. Li ser vê heyeta HDP û DBP’ê li taxê geriyan û bi gel re civiyan.

Heyeta ku Wekîlên Hevşaredarên DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz, Endamê Meclîsa HDP’ê Ozgur Zeydan, Hevserokên HDP’a Wanê Gulîstan Orhan û Yakûp Ataş, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, hevşaredarên bajar û navçeyan, rêxistinên navçeyan ên HDP-DBP’ê, Dayikên Aştiyê û Aktîvîstên KJA jî tê de, li malên ku piştî şer hatin hilweşandin lêkolîn kirin, bi gel re civiyan.

Destpêkê Endamê Meclîsa DBP’ê Metîn Kûtaz axivî, destnîşan kir ku çeteyên Qesrê li ber çavên zarokên Kurd taxê hildiweşîne,, bang li tevahî gel kir ku li dijî van hilweşînên ku hema hema rûtîn bûne hestiyar bin.

Piştî Kûtaz, Parlamenterê HDP’ê yê WAnê Lezgîn Botan anî ziman ku eger bi van şewitandin, hilweşandin û îmhakirinan ve difikirin ku wê encamgir bin xwe dixapînin. Botan destnîşan kir ku helbet wê hesabên qetlîaman bê bê pirsîn, got: “Yên vê dikin wê di wijdanê mirovahiyê, hiqûqa gerdûnî de mehkûm bibin. Yên niha xwe gelekî xurt dihesibînin, roja wê were wê hesabê van kiryarên xwe li ber mirovatî û hiqûqê bide.”

 

...