Li Rojava xwehilberîn û çandiniya ekolojîk bi pêş dikeve

Endamê Komîteya Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê Hasan Gerdûn diyar kir, ew dixwazin bingeheke aboriyê ya bersivê dide pêdiviyên civakê ava bikin û di vî warî de çandiniya ekolojîk esas digirin.

Endamê Komîteya Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê Hasan Gerdûn diyar kir, ew dixwazin bingeheke aboriyê ya bersivê dide pêdiviyên civakê ava bikin û di vî warî de çandiniya ekolojîk esas digirin.

Der barê mijarê de Gerdûn ji ANF'ê re axivî.

Endamê Komîteya Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê Hasan Gerdûn bal kişand ser guhertinên Şoreşa Rojava li qada aboriyê kir û got, "Di çarçoveya avakirina sîstema aboriyeke li ser bingeha civakî de hewl tê dayîn zîreet, pîşesazî û bazirganî ji nû ve bên birêxistinkirin û rûniştandin.

Gerdûn got, "Hin guhertin çêbûn. Qet nebe feraseta xebatên aboriyê yên li gorî berjewendiyên dewleta navendî hatibû rûniştandin, ji holê hat rakirin. Lê hînê jî mirov nikarin bêjin sîstemek hatiye rûniştandin. Di vî warî de têkoşîna me dewam dike."

'JI BO AVAKIRINA SÎSTEMEKE ABORIYÊ EM TÊDIKOŞIN'

Gerdûn da zanîn, ev du sal in ew li Rojava hem ji bo pêşvebirina xebatên çandiniyê hem jî ji bo avakirina sîstemeke aboriya ekolojîk di nava hewldanan de ne û diyar kir, beriya sal û nîvekê komîteya wan a aboriyê hat avakirin û li herêman bi gel re civîn lidar xist, nêrîn û Pêşniyarên gel wergirt. Gerdûn anî ziman, ku di çarçoveya van nêrînand e di 15'ê meha Gulanê de konferansek wan hatiye lidarxistin û biryarên girîng hatine standin, plansaziyek hatiye amadekirin.

Gerdûn ragihand, xebatên bingehîn ên aboriya rojava çandinî û xwedîkirina heywanan e û got, "Pîşesazî gelekî qels e. Wekî din hatineyên petrolê hene. Lê em wê jî nikarin zêde derxînin. Di asteke xwecihî de bazirganî tê kirin."

'ÊM Ê ABORIYA ÇANDINIYA EKOLOJÎK BAFIRÎNIN'

Endamê Komîteya Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê Hasan Gerdûn işaret bi plansaziyên xwe yên ji bo dema kurt, navîn û dirêj kir û destnîşan kir, yek ji xebatên wan ên sereke yên ji bo dema afirandina kadroyan e.

Ji vî alî ve Gerdûn bal kişand ser girîngiya avakirina sîstema akademiyê û got, "Ev akademî wê ne akademiyên giştî bin. Li van akademiyan wê mirovên bi girîngiya çandiniyê ya li nava federasyona demokratîk, şaristaniya demokratîk dizanin û xwedî vîzyona bicihanîna vê yekê ne, bên perwerdekirin. Yek ji armancên sereke û lezgîn, avakirina akademiyên çandiniyê ne."

'ME DEST BI ÇANDINA DARAN KIRIN'

Gerdûn bibîr xist, ku rejîma Baas bi zanebûn û bi rengekî plankirî, çandiniya li Rojava spartibû bi tenê çandina genim, ceh û pembo û got, "Ji bilî van destûr ji çandina tiştekî re nedihat dayîn. Bi awayekî yekser vekirî û nixumandî asteng dikir. Çandina daran hatibû qedexekirin." Gerdûn da xuyakirin, ku li hemberî vê sîstema hilberîna yek berhemê ya ji bo bazirganiyê, ew cihêrengiya vî karî zêde dikin, darên zebze û fêkiyan diçînin û ji bo hilberîna berhemên pîşesaziyî, bingehê xurt dikin. Gerdûn destnîşan kir, ev salek e wan karê çandina darên zebze û fêkiyan zêde kirine."

Gerdûn ragihand, wan bernameyeke nû ya çandiniyê amade kirine û ji bo zerar li axê nebe, ew tedbîran digirin.

Gerdûn da zanîn, yek ji karê ew bi girîngî li ser disekinin, xwedîkirina heywanan e û di heman demê de hewl didin ava li herêmê bi plan û çêkerî bi kar bînin.

Ji bo karê serayê jî Gerdûn ragihand, tevî ku ew ne alîgirê vî karî ne jî, ji bo bersivê bidin pêdiviyên gel û buhayê zebze-fêkiyan kêm bikin, ji aliyê serayê ve jî hin projeyên wan hene.

'DIVÊ EM HILBERÎNIN'

Endamê Komîteya Aboriyê ya Rojavayê Kurdistanê Hasan Gerdûn di dewama axaftina xwe de, ji bo şikandina ambargoya li ser Rojava ev xal destnîşan kir: "Dema feraseta sîstema aboriyê ya xwe dispêre bazirganiya navendî û derve hebe, hingî ambargo bandorê li civakê dike. Bi xwehilberînê em hewl didin vê rewşê ji holê rakin. Em hewl didin bersivê bidin pêdiviyên bingehîn ên civakê. Ji bo vê jî xebat û plansaziya me ya li ser xwehilberînê hene. Eger civakeke karibe xwe bi xwe têr bike, hingî ambargo û zextên derve nikarin bandorê lê bikin. Lê belê eger timî bazirganiyê bike û xwedî feraseta hilberîna yek tîp berhemî be, hingî ambargo bi bandor dibe. Ji bo ji holê rakirina ve yekê, di warê xwehilberînê de me planên ji bo dema kurt, navîn û dirêj amade kirin û di vî warî de em gavan davêjin."

BANGA VEGERÊ

Gerdûn herî dawî bang li welatiyên Rojava terikandine kir ku vegerin welatê xwe, jiyana xwe li ser axa xwe ava bikin û li devereke din li siberojekê negerin.