Şervanê YPG'ê Semîr Şêxmûs Şindî (Agir) ê di berxwedana li Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest da û Suhêl Îsa Ebdî (Egîd) ê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin.
Şervanên YPG'ê Agir di 20'ê Nîsana 2016'an de di berxwedana li Bendava Tişrînê de, Egîd jî di 7'ê Hezîranê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabûn.
Di merasîma cenaze de tevî rayedarên Kantona Cizîrê bi sedan kes amade bûn. Di axaftinên piştî merasîma leşkerî de sersaxî ji malbatan re hat xwestin û soza dilsoziya bi şehîdan re hat dubarekirin.
Piştî axaftinan, nasnameyên her du şervanan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Cenazeyên şervanên azadiyê li ber dirûşmeya "Şehîd Namirin" hat veşartin.