Li Şirnexê çalakiyên bombeyî

Hate ragihandin ku li navçeyên Qileban û Hezex ên Şirnexê du çalakiyên bombeyî hatine lidarxistin, birîndar hene.

Li gor agahiyan, li dijî nuqteya cerdevanan a li ser rêya Qileban-Şirnexê di têketina gundê Nerex de çalakiyek bombeyî hate lidarxistin. Li gor çavkaniyên herêmî, piştî çalakiya bi wesayîtek bombebarkirî gelek kes birîndar bûne.

Li nêzî Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya mabeyna Hezex-Cizîrê jî dema derbasbûna konvoyek leşkerî de teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku ji Cizîrê gelek ambûlans şandine cihê bûyerê.