Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ya têkîldarî çalakiya 30’ê Gulana 2016’an a li ser Rêya Îpekê ya Taxa Yenî ya Silopiyayê de ku tevî hemû tevdîran jî sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, wiha hate gotin: “Di vê bûyerê de mirovên me yên bi nirx Ekrem Bîrlîk, Halîme Bîrlîk, Davût Yuksel û Îsa Torlak jiyana xwe ji dest dane. Li hember vê bûyerê em jî herî kêm qasî malbatên bi nirx ên van mirovên xwe xemgîn in û ji ber ev bûyer li ser navê me pêş ketiye jî em rexnedayina xwe ji bo tevahî malbatên bi nirx û gelê Silopiyayê pêş dixin.”
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku di çalakiya li dijî polîsan a 30’ê Gulanê ya li ser Rêya Îpekê ya li Taxa Yenî ya Silopiyayê de gelek polîs hatin kuştin. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê destnîşan kir ku derbeyek mezin li hêzên dewleta Tirk hatiye xistin, got: “Lê, ji ber nêzî qada çalakiyê sehaya fitbolê hebû û li vir zaroka bi gogê dilîstin û sivîl hebûn, ev çalakiya yekîneya me ya çalakvan bi fikar kiriye û li nêzî cihê çalakiyê wesayît hatiye danîn û çalakî hatiye lidarxistin. Ev çalakiya, çalakiyek ku yekîneyên me yên YPS’ê li dijî polîsên ku çetetiya AKP/Qesrê dikirin li dar xistine.”
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku yekîneyên YPS’ê yên ev çalakî li dar xistine, hêza texrîbê ya zêde hesab nekirine, wiha dewam kir: “Dîsa, tevî ewqasî tevdîrên ji bo sivîl zirarê nebînin hatibûn pêşxistin jî ji ber çalakî bi awayekî rêkûpêk nehatibû plankirin em wek Koordînasyona YPS’ê diyar dikin ku em vê çalakiyê napejirînin û ev bûyer di lêpirsînê de ye. Pêwîst e ku gelê me nehêle çeteyên AKP/Qesrê vê kêmahiya wek antîpropagandayê li dijî gelê me bi kar bîne, neyên provakasyonê û hişyar bin.
Em malbatên bi nirx ên van mirovên jiyana xwe ji dest dane nas dikin û welatparêziya wan dizanin. Ji ber vê jî pir girîng e ku li gor lîstokên tarî yên çeteyên AKP/Qesrê tevnegerin. Divê konseptê îmhayê yê ku çeteyên Qesrê li ser gelê Kurd dimeşîne baş bê zanîn. Û tê zanîn ku li dijî vê jî em di nav şerekî topyekun de ne. Di vê pêvajoya şer de qasî ku destkeftiyên me hene, windahiyên me yên ne di cih de jî ji bo me giran e. Divê li gor dijwariya vî şerê tevger bê kirin û baş bê zanîn ku wê tola berdêlên giran bê rakirin. Li ser vî esasî pir eşkere ye ku gelê me jî di nav rastiya vî şerî de berpirsiyariyên mezin girtiye.
Di vê bûyerê de mirovên me yên bi nirx Ekrem Bîrlîk, Halîme Bîrlîk, Davût Yuksel û Îsa Torlak jiyana xwe ji dest dane. Li hember vê bûyerê em jî herî kêm qasî malbatên bi nirx ên van mirovên xwe xemgîn in û ji ber ev bûyer li ser navê me pêş ketiye jî em rexnedayina xwe ji bo tevahî malbatên bi nirx û gelê Silopiyayê pêş dixin.