Li Şirnexê 2 kes hatin girtin, kesek hat binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Şirnexê de 2 kes hatin girtin. Hevşaredara Elkê jî hat binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Şirnexê de 2 kes hatin girtin. Hevşaredara Elkê jî hat binçavkirin.
AKP/Qesr ên nikarin berxwedana gelê Kurd bişikîne, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî dişidîne. Li navçeyên Hezex û Silopiyayê yên Şirnexê 2 kes hatin girtin. Hevşaredara Elkê Seyran Agran jî hat binçavkirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê Mervan Abay ê hatibû binçavkirin, piştî wergirtina îfadeya wî li midûriyeta polîsan, radestî dozgeriyê hat kirin. Abay bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" sewqî dadgehê hate kirin û bi heman îdîayê hate girtin. Abay ê hate girtin şandin Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.
Li aliyê din, li navçeya Silopiyayê jî Fatma Mete ya li taxa Cûmhûriyetê li mala xweşika xwe hate binçavkirin. Mete ya sewqî edliyeyê hate kirin piştî ku îfadeya wê hate girtin bi hinceta îfadeyên şahidê nepen heye bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Mete bi îdiaya "alîkarî daye rêxistinê" hate girtin. Mete şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
HEVŞAREDARA ELKÊ HAT BINÇAVKIRIN
Hevşaredara Elkê ya Şirnexê Seyran Agran dema ku ji şaredariyê derket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hate hînbûn ku der barê Agran de bi îdîaya "endamê rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Elkê ve biryara lêgerînê hatiye derxistin.
Ji ber ku sîstema SEGBÎS'ê xera bûye duh îfadeya Agran nehat girtin. Tê payîn Agran îro derxînin pêşberî dozgeriyê.