BI DÎMEN

Minbicî li herêmên ewle tên bicihkirin

Sivîlên ji ber zilma DAIŞ'ê ji Minbicê direvin, li herêmên ewle yên di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê de ne, tên bicihkirin.

Pêngava Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê 10 roj li dû xwe hişt. Bajarê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye dorpêçkirin. Sivîlên li navenda bajêr kom bi kom bajêr diterikînin. Welatiyên sivîl ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê ve li herêmên ewle tên bicihkirin.

Minbiciyan zext û zordariya çeteyên DAIŞ'ê li wan dikirin, ji ANF'ê re vegotin.

Welatiyên ji zilma çeteyên DAIŞ'ê bêzar bûne, kêfxweşiya xwe ya ji ber hatina hêzên operasyonê anîn ziman.

Minbiciyan dan xuyakirin, çeteyên DAIŞ'ê bi hesasiyeta Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê ya li ser sivîlan dizanîbûn, lewma ew ji xwe re weke mertalên zindî bi kar danîn.

Minbiciyan diyar kirin, çeteyên DAIŞ'ê beriya niha di vê rêyê re ji gundên Minbicê reviyan û anîn ziman, ji sala 2014'an û vir ve çeteyên DAIŞ'ê zext, zilm, talan, îşkence û komkujî li wan kirine.

Minbiciyan ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê ji roja dagirkirina herêmê û vir ve qaşo di bin navê qanûnên olî de, zext, zordarî û îşkence li gel dikirin.

Jinên Minbicî jî bal kişandin ser hovîtiya çeteyan li hemberî jinan dikirin û gotin, çeteyên DAIŞ'ê zarokên keç ên 9-16 salî bi zorê bi xwe didan zewicandin.

Şêniyên Minbicê anîn ziman, çeteyên DAIŞ'ê piştî dagirkeriyê hemû dibistanên li bajêr girtin û dersên qaşo şerîatê û cîhadê dane zarokên wan, ku zarokan di dema pêş de ji bo çalakiyên xwe bi kar bînin.

...