KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ziwayî bandorek neyînî li çandiniya fisteqan dike
Cotkarên li Xelfetî û Bêrecûkê bi hesasiyeteke mezin tamandina darên xwe yên li bexçeyên fisteqan dikin. Lê belê ziwayiya îsal bandoreke neyînî li cotkaran kiriye. -
Navenda girtin û binçavkirinan: Riha
Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Hîdayet Enmek diyar kir, ew ê li dijî polîtîkayên bêdengkirinê yên li Rihayê ketine meriyetê dakevin qadan, têbikoşin û van polîtîkayên qirêj pûç bikin. -
Depoya Weşanxaneya Avesta hate şewitandin
Depoya Weşanxaneya Avesta ya li Taxa îskenderpaşa ya li Sûrê ji aliyê kesên nayên zanîn hate şewitandin. -
Rejîma Îranê li Pîranşar û Serdeştê 2 Kurd qetil kirin
Hat ragihandin ku rejîma Îranê 2 Kurdên ku li ser sînor bazirganî dikirin qetil kir. -
Ebu Emced: Minbic mifteya bakurê Helebê ye
Fermandarê Meclîsa Minbicê ya Leşkerî Ebu Emced li ser girîngiya Bajarê Minbicê ji ANF re axivî. -
YBŞ: Em ê heya dawiyê şopdarê rêça Ebû Leyla bin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ji bo malbata Ebu leyla sersaxî xwest û soza şopandina rêça wî da. -
Ciwanên HDP'î ber bi Cizîr, Gever, Hezex û Silopiyayê ketin rê
Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên li Amedê kom bûn, ji bo avakirina jiyanê ya li Cizîrê ber bi Cizîrê ve derketin rê. -
Bayik: Êdî em wek berê şer nakin, her kesê wê vê bibîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku êdî wek berê şer nakin, got wê di demên pêş de ev hê baştir bê dîtin. -
2 gund hatin azadkirin
Di çarçoveya operasyona Meclîsa Leşkerî a Minbicê ya bi navê “Fermandar Şehîd Faysal Ebû Leyla” de 2 gundên din jî hatin azadkirin. -
Li Cizîrê wesayîta zirxî zarokek perçiqand
Roja 7’ê Hezîranê, li navçeya Cizîr a Şirnexê dema ku wesayîta zirxî tûr davêt, zarokê bi navê Bunyamîn Bayar ê 6 salî perçiqand. -
Ji gerîlayan çalakiyên bi bandor: 16 leşker hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de bi giştî 16 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. -
Li Şemzînanê derbeyên giran li artêşa Tirk hate xistin
HPG’ê diyar kir ku 10’ê Hezîranê gerîlayên HPG’ê li dijî alaya Garê, 2 giran û mintiqa Genîş Tepeyê çalakî li dar xistine, herî kêm 19 leşker hatin kuştin, gelek alavên leşkerî jî ketine dest gerîlayan. -
YPS: Şerê li Wanê ev du roj in dewam dike
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku li navçeya navendî ya Wanê Îpekyolû ev 2 roj in di navbera yekîneyên wan û çeteyên Qesrê de şer diqewime. -
Di şerê li Şengalê de bi dehan çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîşî çeperên YBŞ/YJŞ’ên yê gundê Mediban yê li geliyê Şîlo kirin. Di şerê li vir de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Xizmên windayan bi israr in: Aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bikin!
Parêzvanên mafên mirovan û malbatên windayan di çalakiya xwe ya li Amedê de li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn. Di çalakiyê de hat xwestin, kujerên Siddik Kaya yê di sala 2003'an de hat qetilkirin, bên darizandin. -
'Soza me beriya sê salan dan gelê Minbicê, em îro bi cih tînin'
Şervanê Tûgayên Şems Al-Şemal Cûma Musa yê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê mecbûr ma berî sê salan ji bajarê Minbicê derkeve, weke şervanekî operasyona rizgarkirinê xwe nêzî bajarê xwe kiriye. -
'Li dijî binpêkirina sînor, parastina rewa mafê me ye'
Rêzan Gulo bibîr xist, ku dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava ve gelek caran sînorê Rojava binpê kiriye û got, "Bila kes nebêje em nikarin bersivê bidin. Dest û lingê me girêdayî nînin." -
Li Minbicê Zanîngeha El-Itîhad û 4 gund hatin rizgarkirin
Zanîngeha El-Itîhad û 4 gundên ku pir nêzî bajarê Minbicê ne, ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. -
'Ev dorpêçî wê bi azadiya Minbicê bi dawî bibe'
Ji şervanên QSD'ê yên ji çar aliyan ve dor li bajarê Minbicê girtine Şoreş Rojhat û Hakî Kobanê gotin, "Dawiya dorpêçiya bajêr, azadî ye." -
Jinên Êzidî: Li hemberî şewitandina jinan bêdeng nemînin
Jinên li çiyayê Şengalê, şewitandina 19 jinên Êzidî bi meşekê şermezar kirin. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin û bi taybetî bang li jinan kirin, ku li dijî van kiryarên hovane rabin ser piyan. -
Çeteyan êrîşî çeperên YBŞ/YJŞ'ê kirin, şer dewam dike
Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîşî çeperên YBŞ/YJŞ ên li geliyê Şîlo kirin. -
Zeydan: Ji bo Geverê kampanya 'malbata bira' destpê kir
Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan diyar kir, ji bo destekkirina gelê Geverê yê cih û warên wan hatine hilweşandin û talankirin, wan dest bi 'kampanya malbata' bira kirine. Zeydan banga tevlîbûnê kir. -
Li Pirsûsê wesayîta karkerên ji Kobanê tê de bûn, qeza kir
Li navçeya Riha Pirsûsê, wesayîta ku karkerên çandiniyê yên Kobanê yên li kampa AFAD'ê dimînin tê de bûn, qeza kir. Di qezayê de 2 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn. -
'Divê alîkariya ji bo qadên xwerêveberiyê bên zêdekirin'
Hevserokê Rojava-Der şaxê Mêrdînê Ferhan Turk destnîşan kir, ku divê piştgiriya ji bo qadên xwerêveberiyê werin zêdekirin û banga alîkariyê kir. -
Ji bo Fermandar Ebû Leyla li Başûrê Kurdistanê merasîma bi heybet
Li Silêmaniyeyê, ji bo şehîf Feysel Ebû Leyla merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di axaftinên li vir de hat destnîşankirin, pîvana herî girîng a dilsozî û hurmeta ji bo şehîdan, yekîtiya gelê Kurd e.