Li Şemzînanê derbeyên giran li artêşa Tirk hate xistin

HPG’ê diyar kir ku 10’ê Hezîranê gerîlayên HPG’ê li dijî alaya Garê, 2 giran û mintiqa Genîş Tepeyê çalakî li dar xistine, herî kêm 19 leşker hatin kuştin, gelek alavên leşkerî jî ketine dest gerîlayan.

HPG’ê diyar kir ku 10’ê Hezîranê gerîlayên HPG’ê li dijî alaya Garê, 2 giran û mintiqa Genîş Tepeyê çalakî li dar xistine, herî kêm 19 leşker hatin kuştin, gelek alavên leşkerî jî ketine dest gerîlayan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku ji bo bîranîna Şehîdên Xakûrkê, gerîlayên HPG’ê 10’ê Hezîranê li dijî alaya Garê û 2 giran ên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê û leşkerên li mintiqa Genîş Tepe çalakiyek berfireh li dar xistine.

HPG’ê destnîşan kir ku alaya Garê û 2 gir jî dane ber çekên giran, got: “Her wiha li hember girekî jî ji du baskan bi çekên giran û bombeyan êrîş hatiye lidarxistin, hêzên me ketine gir û li vir 6 çeper îmha kirin. Di çeperên îmhakirî de gerîlayên me bi ser cenazeyên 9 leşkeran de çûn. Dîsa di encama lêdanan yekîneyên me yên cuda de 10 leşker hatin kuştin; komek leşker jî ber bi alaya Garê ve reviyan. Artêşa TC, girê ku leşkerên wan jî li ser bû da ber çekên giran. Ji ber vê jî hêzên me neçûn ser tevahî cenazeyan. Di encama şerên giran ên li girê ku me kiribû hedef de 2 hevalên me bi şerekî lehengî gihiştin şehadetê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku gelek alavên leşkerî ketine dest gerîlayan got: “Hêzên gerîlayên me li vir 3 çekên Melez, 3 çekên bombeavêj, 1 Termal, 1 Dûrbîna Êvarî, 2 Dedektor, 2 bêtêl û hin alavên leşkerî desteser kirin. Dîsa, hêzên gerîlayên me alaya Garê û 2 gir jî dan ber çekên giran. Di çalakiya li dijî alaya Garê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.”

HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya berfireh de bi zelalî 19 leşker hatin kuştin, got: “Dema çalakiyê û piştî çalakiyê jî artêşa TC qada çalakiyê da ber obus, hewan û bombeyên  mîsketê.”

Nasnameya gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

 

Nasnav: Dilşêr Cûdî
Nav û Paşnav: Abdûlhalûk Şedal
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Husna - Abdûlvahap
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg

 

Nasnav: Demhat Van
Nav û Paşnav: Mahmût Baggezen
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Fatma - Şemsettîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg