'Li dijî binpêkirina sînor, parastina rewa mafê me ye'
Rêzan Gulo bibîr xist, ku dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava ve gelek caran sînorê Rojava binpê kiriye û got, "Bila kes nebêje em nikarin bersivê bidin. Dest û lingê me girêdayî nînin."
Rêzan Gulo bibîr xist, ku dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava ve gelek caran sînorê Rojava binpê kiriye û got, "Bila kes nebêje em nikarin bersivê bidin. Dest û lingê me girêdayî nînin."
Rêzan Gulo bibîr xist, ku dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava ve gelek caran sînorê Rojava binpê kiriye û got, "Bila kes nebêje em nikarin bersivê bidin. Dest û lingê me girêdayî nînin."
Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, binpêkirina sînor û hewldana dagirkirina Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve, nirxand û got, "Dewleta Tirk li penaberên ji şer reviyan e Tirkiyeyê jî dixe û îşkenceyê li wan dike. Herî dawî, hewl dide van weke YPG'yiyan nîşan bide û êrîşên xwe yên li dijî Rojava rewşa nîşan bide."
'TAYBETMENDIYA DEWLETA TIRK: BINPÊKIRIN Û DAGIRKERÎ'
Rêzan Gulo da zanîn, binpêkirina sînoran taybetmendiyeke dîrokî ya dewleta Tirk e û anî ziman, vê dewletê heta niha timî sînorên cîranên xwe binpê kiriye.
Rêzan Gulo got, "Beriya Şoreşa Rojava jî gelê Rojava dît, ku dewleta Tirk sînorê wan binpê kir. Bi demê re dewleta Tirk xeta sînor, bi rengekî bêhiqûqî ber bi aliyê Rojava ve anî. Lê belê bi Şoreşa Rojava ve bêguman ev binpêkirin bêhtir hat dîtin. Dewleta Tirk hem bi binpêkirina peymanên navneteweyî ve sînor tine hesiband û binpê kir, hem jî komên çete yên mîna DAIŞ'ê derbasî nava xaka Rojava kir û bi vî rengî xwest derbê li şoreşê bixe."
Li ser êrîşên dewleta Tirk ên di dema şoreşê de li hemberî xaka Rojavayê Kurdistanê hatin kirin Rêzan Gulo ev agahî da: "Li Girê Spî gelek caran êrîşî çeperên YPG/YPJ'ê kir û di van êrîşan de gelek şervanên me birîndar bûn. Tevî êrîşên xwe yên bi tank, top û doçkayan, çend saet beriya destpêkirina agirbesta li Sûriyeyê, çeteyên xwe di sînor re derbas kir û bi vî rengî êrîşî Girê Spî kir. Yanî gelek caran yekser û neyekser êrîş kir. Li herêma Efrînê gelek caran sînor binpê kir. Leşker ji sînor derbas bûn, li bin xetê bi cih bûn û tankên xwe bi cih kirin. Ev hemû hatin tespîtkirin û hînê ev hewldan dewam dike. Li Qamişloyê jî gelek caran çekên giran bi kar anîn, leşkerên xwe ji sînor derbas kir û xwest çekên giran bi cih bike. Li taxa Hîlîliye, gundê Sêgira, Girgê Legê û Çilaxa hewl da êrîş bike û gel bersiv da. Çalakiyên demdirêj hatin lidarxistin û pêşî li vê hat girtin. Bi dehan caran êrîş li hemberî sivîlan hatin kirin."
'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JI NEDÎTÎ VE TÊN'
Rêzan Gulo da zanîn, bi berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2015'an a li Bakurê Kurdistanê re, binpêkirina sînor û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî xaka Rojava zêde bûn û got, "Desteka gel a ji bo berxwedanê hezm nekirin û bi çekên giran yekser sivîl hedef girtin. Bi taybetî ji Nisêbînê bi tank û topan êrîşî aliyê Xerbî, Anteriye, Hîlîliye û gelek taxan kirin. Gelek extiyar, jin û zarok şehîd ketin. Zêdeyî 30 welatiyên me yên sivîl birîndar bûn. Zerareke mezin a madî li mal û milkên gel bû. Me ev binpêkirin, êrîş û hewldanên dagirkeriyê kêlî bi kêlî ji rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî re ragihand. Lê di vê mijarê de li qada navneteweyî bêdengiyek heye. Di vî warî de danekirinek li ser dewleta Tirk nedan ferzkirin. Lê belê tevî vê yekê jî em ê belgeyên li ser avn êrîşan her tim pêşkêşî saziyên navneteweyî bikin."
NIKARIN XWE LI DESTKETIYÊN LI ROJAVA RABIGIRIN
Gulo ragihand, sedema êrîşên dewleta Tirk xweranegirtina li statuya li Rojavayê Kurdistanê ye û got, "Li aliyê din, hewl didin me tehrîk bikin û êrîşên xwe rewa bikin. Bi vî rengî dixwazin me bixin nava kaosê. Dixwazin em bixin nava şer û bi pêşîvekirina li koçberiyê re Rojava vala bikin. Divê civaka Tirkiyeyê zanibe, hebûna gelê Rojava sînorên Tirkiyeyê parastiye. Li hemberî sînorê ti dewletê, hewldaneke me ya nebaş nebûye. Hêzên me yên li ser sînor, bi tenê sînor diparêzin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk li wir in. Lê belê tevî vê nêzîkatiya me jî dewleta Tirk sînorê me binpê kir û gelek caran êrîşî mirovên me kir."
LI KOÇBERAN DIXIN Û ÎDÎA DIKIN KU WAN LI YPG'Ê XISTINE
Rêzan Gulo da zanîn, dewleta Tirk ji bo êrîşên xwe li qada navneteweyî rewa nîşan bide li sivîlên derbasî aliyê Tirkiyeyê dibin dixe , îşenceyê li wan dike û sivîlan weke YPG'yiyan nîşan dide. Gulo diyar kir, mînakên vê li Girê Spî, Efrîn û Qamişloyê hat dîtin.
'PARASTINA REWA MAFÊ ME YE'
Rêzan Gulo destnîşan kir, ku weke Rêveberiya Xweser a Rojava û hemû saziyên ser bi Desteya Parastinê, ew ji destpêkê ve bi sebir tevdigerin, lê belê li gorî peymanên navneteweyî parastin û bersivdayîn a li êrîşên li dijî Rojava, mafê wan e. Gulo di vê mijarê de got, "Di êrîşek li hemberî gelê me, li hemberî sînorên me de, mafê me ye ku di nava şert û mercên guncaw de bersivê bidin. Bila kes nebêje em nikarin bersivê bidin. Dest û lingê me girêdayî nînin. Lê beriya her tiştî em dixwazin pirsgirêk bi nîqaşê, bi rengekî aştiyane were çareserkirin. Ji ber vê yekê em hewl didin bi sebir tevbigerin. Em hêza parastinê ya gel e. Parastina gelê xwe ji êrîşên bi vî rengî, erka me ya bingehîn e. Em dewleta Tirk hişyar dikin; em hêzeke biçûk were dîtin nînin. Em hêzeke ku ji aliyê tevahiya cîhanê ve rewa tê dîtin e û hatiye qebûlkirin e. Divê dewleta Tirk zanibe; yên li dijî çeteyên li hemberî tevahiya mirovahiyê sûc dike şer dikin, em in. Yên ji bo demokrasî û mafên mirovan berdêlan didin em in. Lewma eger bêjin, 'ev ax bêxwedî ye, bêparastin e, ji ber vê yekê em ê li gorî dilê xwe binpê bikin' hingî em ê vê qebûl nekin û bersivê bidin."