Ciwanên HDP'î ber bi Cizîr, Gever, Hezex û Silopiyayê ketin rê

Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê yên li Amedê kom bûn, ji bo avakirina jiyanê ya li Cizîrê ber bi Cizîrê ve derketin rê.

Nêzî 100 ciwanên endamên Meclîsa HDP'ê yên ji Îzmir, Stenbol, Enqere û bajarên din bi şîara "Ji bo avakirina jiyanê, ji Geziyê heta Cizîrê" ketin rê, gihiştin Amedê. Ciwanên ku gihiştin Amedê berî biçin Cizîr, Gever, Hezex, Silopiyayê li Parka Sumerê li pêş Komeleya Rojava daxuyanî dan. Ciwanan wêneyê Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ê ku 16 roj berê hat windakirin û agahî jê nayê girtin bilind kirin û silogana "Bijî Berxwdana Geverê" berz kirin.

Li zer navê ciwanan Endama Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê Sila Kaymak, diyar kir ku 33 ciwanên ji bo piştgiriyê bidin Kobanê li Pirsûsê hatin qetilkirin û bi vê komkujiyê polîtîkaya şer destpê kir. Kaymak, anî ziman ku li Kurdistanê polîtîkayên şer gelek mezin dibe û ew ê li dijî van polîtîkayan piştevanî û şêwirmendiyê pêş bixin. Kaynak, anî ziman wekî ciwanên HDP'ê wê wekî Kobanê li bajarên Bakurê Kurdistanê jî ji nû ve jiyanê ava bikin û bang li her kesî kir ku tevlî piştevaniyê bibin.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî bal kişand ser girîngiya çalakiya ciwanan. Pîr diyar kir ku hilweşînên li Kurdistanê wê dest bidin hev û çareser bikin, banga hestiyariyê li her kesî kir.

Ciwan piştî daxuyaniyê ber bi Cizîr, Gever, Hezex û Silopiya bi rê ketin.