'Soza me beriya sê salan dan gelê Minbicê, em îro bi cih tînin'
Şervanê Tûgayên Şems Al-Şemal Cûma Musa yê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê mecbûr ma berî sê salan ji bajarê Minbicê derkeve, weke şervanekî operasyona rizgarkirinê xwe nêzî bajarê xwe kiriye.
EHMED DADALÎ
MINBIC / ANF
şemî, 11 pûşperê 2016, 11:50
Şervanê Tûgayên Şems Al-Şemal Cûma Musa yê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê mecbûr ma berî sê salan ji bajarê Minbicê derkeve, weke şervanekî operasyona rizgarkirinê xwe nêzî bajarê xwe kiriye.
Şervanê ji pêkhateya Ereb ê Tûgayên Şems Al-Şemal Cûma Mûsa , beriya sê salan ji ber şerê navbera Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ'ê, bi Artêşa Azad re ji bajarê Minbicê vekişiya û li gundê Xerûs ê li başûrê Kobanê bi cih bû. Li wir hin tûgayên Artêşa Azad berê xwe dan Tirkiyeyê, lê Cûma ji roja ku Tûgaya Şems Al-Şemal hate ragihandin, di bin Fermandariya Giştî ya Mihemed Ebu Adil û Fermandarê Leşkerî Feysel Ebû Leyla de tevlî wan bû û bi hevalên xwe re ma, da ku rojekê bikaribe veger bajarê Minbicê.
Cûma Mûsa der barê derketina wan ji Minbicê de diyar kir, piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li ser wan berî sê salan wan nexwestin bajar wêran bibe, lewma ji Minbicê derketin. Cûma got: "Ji ber ku me hovîtiya DAIŞ'ê li ser xelkê Minbicê qebûl nekir, me bi wan re şer kir. Piştî ku me navendên wan di Minbicê de hemû dorpêç kirin, hêzên wan ji aliyê Reqayê ve gihiştin Minbicê û êrîşe bajêr kirin. Hejmara wan pir bû. Artêşa Azad nedixwest bajar wêran bibe, ji ber wê em ji Minbicê derketin."
Cûma Mûsa di dewamiya axaftina xwe de anî ziman, ji dema ragihandina Tûgayên Şems Al-Şemal di bin Fermandariya Leşkerî ya Feysel Ebû Leyla de, ji bo bikaribe rojekê vegere bajarê Minbicê ew tevlî wan bû. Cûma diyar kir, fedekariya Ebû Leyla yek ji sedemên ku hişt ew tevlî Şems Al-Şemal bibe û wiha got: "Di şerê ku li Minbicê navber Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ'ê de, Ebû Leyla tê de pêşeng bû. Fîşeka yekem li hember çeteyên DAIŞ'ê Ebû Leyla teqand. Ji ber wê dema ku min dît Tûgayên Şems Al-Şemal li Başûrê Kobanê hate ragihandin, min dev ji tûgaya xwe berda û ez tevlî Şems Al-Şemal bûm. Fedekarî, qehremanî û pêşengtî di şexsiyeta Ebû Leyla de hebûn. Her tim bi şervanên xwe re di xetê yekê yê di şer de bû. Ji ber wê baweriya me pê hebû."
Şervanê Şems Al-Şemal der barê Operesyona Fermandarê Şehîd Ebû Leyla de diyar kir, ku ev sê sal in ew li benda vê rojê ye û got, "Li pir deveran em ketin şer. Em tevlî berxwedana Kobanê jî bûn bi hevalê xwe yên Şems AL-Şemal. Ji wê me moral girtin û îro di bin siya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê de em nêzî Minbicê bûne. Nêzî 6 km man e ku em di bajarê Minbicê kevin. Hestên me di van rojan de nayên ziman. Berî sê salan me hovîtiya DAIŞ'ê li gelê xwe qebûl nekir. Ji wê em li hember wan rawestiyan. Raste em ji Minbicê derketin, lê me soz da gelê xwe ku em ê wan ji çeteyan rizgar bikin. Îro jî soza ku me daye nêzik ma ku em bi cih bînin."