Ji gerîlayan çalakiyên bi bandor: 16 leşker hatin kuştin, 4 leşker birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de bi giştî 16 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de bi giştî 16 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya li dijî leşkerên ku li Tepê Harûna ya Şemzînanê derketine operasyonê de 2 leşker û 2 cerdevan hatin kuştin. Dîsa destnîşan kir ku hêzên gerîla yên li girê Xezalkê yê girêdayî qada Sumbul a girêdayî Zagrosê leşkerên Tirk ferq kirine, ji mesafeyek nêz çalakî li dar xistine. Gerîlayên HPG’ê û mîlîtanên MLKP’ê li dijî Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Pilûr û nîzamiyeya Tabûra Komandoyan çalakiya hevpar li dar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin: “9’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me yekîneyek dijmin a li girê Xezalkê ya girêdayî qada Sumbul a girêdayî herêma Zagrosê ferq kirine, ji mesafeyek nêz ve bi çekên navîn û ferdî çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê, qereqolên li sînor qada çalakiyê dan ber obus û hewanan.
LI DERDORA QADA ŞEHÎD KENDAL LI DIJÎ LEŞKERAN ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ
10’ê Hezîranê saet 13.30’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku li derdora qada Şehîd Kendal a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê xwe bi cih kirine çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC girê Şehîd Rênas, qadên Deriyê Dawetiya û Girê Berana bi obus û hewanan bombe kir.
JI GERÎLAYÊN YJA STARÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN LI QADA ŞEHÎD KENDALÊ ÇALAKÎ
10’ê Hezîranê saet 13.00’an gerîlayên me yên YJA Starê, li dijî leşkerên li derdora qada Şehîd Kendal a li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek bi çekên giran (hewan) li dar xistine. Di vê çalakiyê de gelek roketên hewanê li cihê ku leşkeran xwe bi cih kiribûn ketine. Lê, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
10’ê Hezîranê saet 06.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li qereqola Sînek Tepesî ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê dane. Gelek roketên hewanê li avahiya qereqolê ketine. Li vir kuştiyên artêşa TC çêbûne, lê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin.
10’ê Hezîranê saet 07.00’an hêzên gerîlayên me leşkerên ku li derdora girê Şehîd Lezgîn ê li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê çeper çêdikirin dan ber çekên ferdî. Li vir leşkerek hate kuştin.
LI DIJÎ LEŞKERÊN DERKETINA OPERASYONÊ ÇALAKÎ: 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
10’ê Hezîranê li qada Garisa ya Sêrtê, artêşa TC li qûntarên Erûha kevn û Ebûbekîrê dest bi operasyonekê kiriye. Yekîneya me ya gerîla ku dema tevgera zêde ya leşkeran ferq kirin, li leşkerên ku ji du baskan ve dihatin dan. Di lêdanên baskê yekem de bi zelalî 3 leşker hatin kuştin. Di encama lêdanên baskê duyem de jî 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Dîsa di encama çalakiyên sûîqestê de leşkerek hate kuştin. Ji leşkerên li qûntarê Erûha Kevin mirî û birîndar hene, lê hejmar nehat zelalkirin. Balafirên şer tevahiya şevê ev qad bombe kirin. Operasyona li vê qadê hê jî didome.
JI LEŞKERÊN TIRK LI DERDORA GUNDÊN MIZRIM Û DEMÎRTAŞÊ KEMÎN
Ji 10’ê Hezîranê ve artêşa TC mabeyna navçeyên Gap a Elezîzê û Gêxî ya Çewlikê, li nêzî gundên Mizrim û Demîrtaş bi awayekî zêde kemînan datîne.
7’ê Hezîranê leşkerên artêşa Tc li derdora gundên Turkmena, Çiftlik, Kanîkorkê û Kirê Alê yên girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê bi awayekî zêde kemînan datînin. 8’ê Hezîranê saet 10.00-11.00’an 2 gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê li Girê Alê ketiye şerekî pir giran ê saetekê, di encama şer de 2 gerîlayên me şehîd ketine. Di vê operasyonê de gelek leşker hatine danîn.
10’ê Hezîranê saet 17.30’an balafirên şer qada Tendurekê bombe kirine.
LI PILÛRÊ JI GERÎLAYÊN HPG’Ê Û MÎLÎTANÊN MLKP’Ê ÇALAKIYA HEVPAR
10’ê Hezîranê danê êvarî saet 20.30’an gerîlayên me yên HPG’ê û mîlîtanên MLKP’ê li dijî Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Pilûr a Dersîmê û nîzamiyeya Tabûra Komandoyan çalakiyek li dar xistine. Encama lêdanên bi bandor ên li lojmanan nehat zelalkirin. Êvarî, helîkopterek Skorsky mirî û birîndar rakirine.
BALAFIRÊN ŞER LI QADÊN GERÎLA DAN
10’ê Hezîranê saet 09.30-12.30’an balafirên şer ên artêşa TC li mintiqa Gostê û Hacibeg ên girêdayî herêma Xakûrkê, saet 11.30-13.00’an girê Şehîdan ên girêdayî herêma Zagrosê, saet 21.30-23.00’an derdora gundên Sarkê û Yekmalê yên girêdayî herêma Garê, saet 23.00-23.30’an qada Dola Şivamêzê ya girêdayî herêma Heftanînê bombe kirin. Di encama bombekirina balafirên şer ên herêma Heftanînê de malek a gelê herêmê texrîb bûye. “
Nasnameya gerîlayên li navçeya Bazîd a Agirî jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Pîrdoğan Berzan
Nav û Paşnav: Eyup Kartal
Cihê Jidaykbûnê: Agirî
Navê Dayik û Bav: Sureyya - Îbrahîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Hezîrana 2016’an / Agirî
Nasnav: Rustem Serhed
Nav û Paşnav: Mehmet Menî
Cihê Jidaykbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Zozanî - Hamîd
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Hezîranê 2016’an / Agirî