Zeydan: Ji bo Geverê kampanya 'malbata bira' destpê kir
Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan diyar kir, ji bo destekkirina gelê Geverê yê cih û warên wan hatine hilweşandin û talankirin, wan dest bi 'kampanya malbata' bira kirine. Zeydan banga tevlîbûnê kir.
OZGUR AYDIN
COLEMÊRG
şemî, 11 pûşperê 2016, 09:12
Zeydan da xuyakirin, di bin navê 'îstimlaqkirinê' de hewl tê dayîn Gever pêşkêşî rantê were kirin û bal kişand ser projeyên dewletê yên ji bo guhertina demografiya bajêr.
Zeydan ragihand, ji bo alîkariya tenduristî, hiqûqî, stargeh û însanî ji mirovan re bê dayîn, wan komîsyonek ava kirine, lê hêzên dewletê hewl didin pêşî li karê wan bigirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ji ANF'ê re axivî û da zanîn, wî di nava 79 rojên qedexeyê de navçe neterikandiye, ji sedî 80 ê xisara li navçeyê bûye piştî şer qediya ye hatiye kirin û wiha pê de çû:
"Gelê me jî vê yekê baş dizane. Ji roja destpêkê ve me gotin, ev yek polîtîkayên zerarê didin can û malên gel. Piştî ku qedexeya derketina derve hat rakirin, ev gotinên me piştrast bûn. Bi zanebûn malên gel hatin xerakirin û talankirin. Bi nivîsên li ser dîwaran nivîsin re heqaret li çand û nasnameya gelê me kirin. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide, bê desthilatdarî û çeteyên wê bi çi rengî nêzî gel dibin. Bêguman şoqeke mezin bi ser gelê me de hat. Em hêdî hêdî vê şoqê ji ser xwe davêjin. Pêvajoya em niha tê de pêvajoyeke dîrokî ye. Pêwîste gelê me di vê demê de bi rengekî dîrokî piştgiriya hev bike. Ji roja destpêkê ve bi saziyên xwe ve me hewl dan em bi gelê xwe re bin."
'4 KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN'
Parlamenter Zeydan da zanîn, ji bo xebatên ji nû ev avakirinê yên li navçeyê wan 4 komîsyon ava kirine û got, "Ev komîsyon, komîsyonên hiqûqê, alîkariya însanî, tenduristî û teknîkê ye. Di vî warî de xebatek hatiye destpêkirin. Piştevahiyeke xurt jî derketiye holê. Gelê me hêdî hêdî vê travmayê ji ser xwe davêje. Di dema pêş de ev xebatên me wê mezintir bibin."
'HEWL DIDIN REWŞA DEMOGRAFÎK BIGUHERÎNIN'
Zeydan bal kişand ser planên rantê yên li ser navçeyê tên kirin û got, "Wê ji bo alîgirê xwe qadên rantê bafirînin. Pratîka wan, planên wan ên veguherîna bajêr û xerakirina avahiyên li cihê qet şer lê rû nedabû û van avahiyan zerar nedîtibûn, vê yekê nîşan dide. Em baş dizanin projeya îstimlaqkirin û veguherîna bajêr projeyeke ji rêzê nîne. Hewl didin demografiya vî bajarî biguherînin û mirovên ji derve bînin li bajêr bi cih bikin. Em jî der barê van polîtîkayan de gelê xwe agahdar dikin. Mafên qanûnî yên gelê me hene. di vî warî de parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê û Baroya Colemêrgê dewam dikin. Ev gel wê bi hêsanî rê nede îstimlaqkirinê. Wê alîkariya hiqûqî bê dayîn û rêyên hiqûqî heta dawiyê bên bikaranîn. Guhertina demografiyê û îstimlaqkirin wê li gorî dilê wan bi hêsanî nebe."
KAMPANYA 'MALBATA BIRA' DESTPÊ KIR
Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan destnîşan kir, ku ji bo pûçkirina vê stratejiya AKP'ê, divê gel bi xurtî piştgiriya hev bike û got, "Li vê derê em ji du aliyan ve dixebitin. Armanca me ya destpêkê ew e; ji bo malbatên ji aliyê madî ve rewşa wan nebaş e, bi kampanya malbata bira destekê bidin wan. Di dema pêş de wê kampanyayeke ji bo eşyayên nava malê destpê bike. Ji bo dema nêz, ya ku em giraniyê didin ser; mezinkirina projeya malbata bira ye. Em ê bi vê kampanyayê li dijî polîtîkayên bêmirovhiştina Geverê derkevin. Şêniyên Geverê yên xaniyê wan xera nebûye, wê deriyê xwe li cîranê xwe veke. Gelê me hînî vê bûye. Berê jî deriyê xaniyê xwe li gelê me yê ji zilma Saddam reviya, vekiribû. Bêguman wê bi heman berpirsyariyê tevbigere."
'PEWÎSTÎ BI MALZEME Û HOSTAYÊN ÎNŞEATÊ HEYE'
Zeydan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku gelê Geverê di dema herî zehmet de berprisyariya xwe bi cih anî û got, "Ji bo her kesî li ber xwe da. Niha dor hatiye gelê me. Bi taybetî karsaz, ciwan, jin û tevahiya gelê me divê piştgiriyê bikin. Pêwîstî bi hevalên bi dildarî bixebitin heye. Bi taybetî pêwîstî bi mirovên dikarin xaniyan bi lezgînî çêbikin, bi hostayên înşeatê heye. Em zanin di vî warî de gelê me bi berpirsyarî radibe."
Zeydan bal kişand ser astengiyên hêzên dewletê derdixin pêşiya wan û diyar kir, tevî hemû astengiyan jî ew ê bi erk û wezîfeya xwe rabin.