BI DÎMEN

Ziwayî bandorek neyînî li çandiniya fisteqan dike

Cotkarên li Xelfetî û Bêrecûkê bi hesasiyeteke mezin tamandina darên xwe yên li bexçeyên fisteqan dikin. Lê belê ziwayiya îsal bandoreke neyînî li cotkaran kiriye.

Di nava bajarên Kurdistanê de, ji aliyê berhemdariyê ve erdê Rihayê di rêza yekemîn de ye. Li Rihayê, bi taybetî li navçeyên Bêrecûk û Xelfetiyê, baran kêm a îsal û ziwayiya ji ber vê yekê rû da bandoreke neyînî li çandiniya Fisteqên Dîlokê kir. Ji ber ku midûriyetên bajar û navçeyan ên ser bi Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê alîkariyê nadin cotkaran, cotkar hewl didin bi derfetên xwe jiyan û karê xwe bidomînin.

ZIWAYAYÎ ZORÊ DIDE ÇANDINIYA FISTEQAN

Ji bo mirovên çandiniya fisteqan dikin, ev dem dema tamandina darên fisteqa ye. Lê belê di nava vê rewşa ziwa de tamandina darên fisteqan zehmet e. Ji cotkarên bi tamandina darên fisteqan re mijûl dibe Haci Yalçinkaya (34) bal kişand ser girîngiya tamandinê ji bo vî karî û li ser zor û zehmetiyên demên ziwayiyê sekinî. Yalçinkaya diyar kir, zehmetiya her karî heye, lê tamandina darên fisteqan karekî dijwar e. Yalçinkaya da xuyakirin, ku di vî warî de pêwîstî bi tecrûbe û hostatiyê heye û anî ziman, di dîroka çandiniya fisteqan de alîkarî û piştgiriya komunal heye.

'KAPÎTALÎZM HEWL DIDE ÇAND Û PIŞTGIRIYA HEV JI HOLÊ RAKE'

Yalçinkaya da zanîn, ku ji bo dewamkirina çandiniya fisteqan civak ji aliyê tamandinê ve alîkariyê didin hev, lê belê di nava şert û mercên jiyanê de kapîtalîzm hewl dide vê rewşa piştgirî û alîkariyê ji holê rake. Kekê wî Kasim Yalçinkaya jî diyar kir, divê tamandin bi hostatiyeke hesas were kirin û bibîr xist, ku di rewşeke berevajî de dar nayê tamandin.

Yalçinkaya got, "Yekane çavkaniya me ya debarê fisteq e. Eger em vî karî nekin, em ê neçar bimînin ji bo debara xwe koçî xerîbiyê bikin. Lê em bi kêfxweşî vî karê xwe dikin û pê debara xwe dikin. Car carna ji ber ziwayiyê em zor û zehmetiyan dikişînin. Lê heta ji destê me tê em hewl didin vê çareser bikin."

...