Bayik: Êdî em wek berê şer nakin, her kesê wê vê bibîne
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku êdî wek berê şer nakin, got wê di demên pêş de ev hê baştir bê dîtin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku êdî wek berê şer nakin, got wê di demên pêş de ev hê baştir bê dîtin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku êdî wek berê şer nakin, got wê di demên pêş de ev hê baştir bê dîtin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji Ronahî TV re axivî, pêşketinên têkîldarî krîza Sûriye û Rojava, her wiha şerê li Kurdistanê nirxandin kirin.
Bayik operasyona Minbicê jî nirxand, Fermandarê Şems El Şemal Faysal Ebû Leyla yê ku dema operasyonê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.
Bayik, ji bo Ebû Leyla û şervanên jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest. Bayik got hêvî dike ku emek nêz wê operasyonê bi serkeftinê bi encam bibe, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şehîd enceq wisa dikarin zindî bên girtin.”
‘PÊWÎST E EFRÎN Û ŞEHBA JÎ TEVLÎ FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ BÊN KIRIN’
Bayik destnîşan kir ku têkoşîna li Rojava ji bo mirovatiyê ye, got wê ev tevahî mirovatiyê bandor bike.
Bayik wiha axivî: “Ji ber Rojhilata Navîn jî bingeha vê şaristaniyê ye, wê bandorek mezin li cîhanê jî bike. Pirsgirêka li Rojhilata Navîn jî, li Rojava bûye girêk. Ev girêk wê li vir bê vekirin.”
Bayik anî ziman ku tevî kêmahiyên xwe jî şoreşa Rojava serkeftinek mezin bi dest xistiye, wiha dewam kir:
“Lê, şoreşa li qada siyasî çiqasî mezin dibe bila bibe, eger bi şoreşa civakî re nebe yek wê encamê negire (…) Ya divê bê pêşxistin şoreşa civakî ye. Ev jî tenê bi guhertina zîhniyetê ve mimkûn e.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayil li ser projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jî rawestiya, wiha axivî: “Pêwîst e Federasyona Bakurê Sûriyeyê bê pêşxistin. Divê Efrîn jî tevlî vê federasyonê bê kirin. Pêwîst e tevahî Bakurê Sûriyeyê di vê federasyonê de cih bigirin.”
Bayik diyar kir ku ev federasyon hedefa wê ne dewlet e, îfade kir ku avakirina sîstemek demokratîk û parastina yekîtiya Sûriyeyê esas digirin.
Bayik destnîşan kir ku pêwîst e herêmên wek Efrîn û Şehbayê jî tevlî federasyonê bên kirin.
DIVÊ TEVAHÎ QADÊN NAVBERA KOBANÊ Û EFRÎNÊ BÊN RIZGARKIRIN
Bayik bersiva ji ber çi operasyona Cerablûsê ewqasî dereng ketiye jî bersivand, got operasyona li hember Minbicê gaveke ji bo Cerablûsê ye.
Bayik wiha axivî: “Divê ev gav dewam bike. Pêwîst e tevahî qadên navbera Kobanê û Efrînê bên rizgarkirin.”
Bayik bal kişand ku Tirkiye hewl dide xeta Cerablûsê bixe bin kontrola hêzên dûvikên xwe, da xuyakirin ku bi vî şêweyî ve dixwazin derbeyê li Şoreşa Rojava bixin.
Bayik got divê pirsgirêka li Sûriyeyê bê çareserkirin, wiha axivî: “Praktîkên heta niha nîşan dane ku pirsgirêk nikari ji derve bê çareserkirin.”
TÊKÎLIYÊN AKP Û PDK’Ê
Bayik li ser têkîliyên mabeyan PDK’ê û desthilatdariya AKP’ê jî rawestiya, got: “Erdogan dijminê gelê Kurd e. Ji tevahî Kurdên Kurdistanê re dijmin e. Yên xwedî wijdan dikarin vê bibînin.”
Bayik bêyî nav bide got yên dibêjin Erdogan ji bo Kurdan baş e, wê şirîkê sûcên Erdogan bin.
‘BILA HER KES BIZANIBE EM WEK BERÊ ŞER NAKIN, ME HIN GUHERTIN ÇÊKIRIN’
Bayik bal kişand ser pêkanînên rejîma Erdogan a li Bakurê Kurdistanê, destnîşan kir ku Erdogan ji bo desthilatdariya xwe li ser lingan bigire, hiqûqa neteweyî û navneteweyî binpê kiriye.
Bayik, plana têkbirinê ya AKP’ê jî bi bîr xist, got: “Niha ev plan li wan vegeriya.”
Bayik, li ser pirsa bi AKP’ê re wê muzakere hebin an na jî wiha got: “Di van şertan de muzakere nabin. Ji ber ku dixwaze Kurdan ji holê rake.”
Bayik diyar kir ku divê têkoşînê bê mezinkirin, ev peyam da: “Divê her kes vê bizanibe, em êdî wek berê şer nakin. Me hin guhertin kirin. Niha ev hate dîtin. Demên pêş wê hê diyartir bibe. Lê, divê gelê me ne tenê li benda gerîla be, wezîfeyên xwe bi cih bîne. Pêwîst e yekîtiyê û têkoşînê xurt bikin.”