Ji bo Fermandar Ebû Leyla li Başûrê Kurdistanê merasîma bi heybet

Li Silêmaniyeyê, ji bo şehîf Feysel Ebû Leyla merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Di axaftinên li vir de hat destnîşankirin, pîvana herî girîng a dilsozî û hurmeta ji bo şehîdan, yekîtiya gelê Kurd e.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê, ji bo bîranîna fermandar Feysel Ebû Leyla li Silêmaniyeyê merasîmeke bîranînê lidar xist. Merasîma bîranînê saet di 16:00 de li Salona Tewarî pêk hat. Di merasîmê de Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah, endama polîtburo ya YNK'ê Hêro Îbrahîm Ahmed, berpiryarê polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar, Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed, Waliyê Silêmaniyeyê Dr. Aso Ferîdûn, Serketerê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mûhammed Hecî Mahmûd û Wezîrê Şehîdan ê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Hecî Salih tevî gelek parlamenter û şexsiyetan amade bûn. Serketerê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî destegulek şand ji bîranînê re.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre ji aliyê malbatên şehîdan ve find hatin pêxistin û destegula ji aliyê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Telabanî ve ji hatî şandin, hat danîn. 

Axaftina yekem a merasîmê ku ji aliyê Nûnerê Rêveberiya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Şêrzad Êzidî ve hat kirin. Êzidî bi xêrhatina hemû alî, kes û mêvanên di merasîmê de kir. Piştre jî peyama Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Arif Hisên ve hat xwendin û hat gotin; "Di bingehê avakirina civaka azad de cih û rola şehîdan mezin e. Lewma îro gelê Kurd li hemberî çeteyên herî hov ên DAIŞ'ê têdikoşe û destana lehingiyê dinivîsîne. Bûye sembola hemû gelên cîhanê."

SALIH MUSLIM: EBÛ LEYLA BÛYE PÊŞENGÊ TÊKOŞÎNA GELÊ KURD

Hevserokê PYD'ê Salih Mûsil dûre mafê axaftinê wergirt û got, "Me pêştir jî gotibû ku berxwedana gelê Kurd li Kobanê bûye havênê yekgirtina gelê Kurd. Li Kobanê xwîna şehîdên me yên ji her çar parçeyên Kurdistanê kete nava hev. Eger îro yekgirtin û helwesteke neteweyî hebe, ev bi saya xwîna şehîdan e û yên weke Ebû Leyla bûne pêşengên têkoşîna gelê Kurd."
 
Di dewama axaftina xwe de Muslim got, "Em bi xwe tevlî merasîma oxirkirina Ebû Leyla ya li Kobanê bûn û me peyama hevsera wî pêşkêş kir dît. Min guhdarî li zarokên wî kir. Ji bo wê dibêjim îro gelê Kurd gelek têkoşer e. Gelê Kurd êdî ji derveyî jiyaneke azad û bi şeref ti tiştek din qebûl nake. Dema me dest bi têkoşînê kir, me got an jiyanek bi şeref an jî mirinekî bi lehengî û serbilind."
 
Salih Mûslim wiha dawî li axaftina xwe anî; "Niha derman û derfet nînin ku em birîndarên xwe derman bikin. Heya niha li ser Rojava ambarga didome. Hinek dixwazin bêjin, 'divê gelê Kurd weke kole bijî'. Em dibêjin ji derveyî jiyanek azad û birayetiya gelan em ti jiyanek din qebûl nakin. Erkê me jî xwedî derketina li şehîdane. Em ê li ser şopa wan bin."

MELE BEXTIYAR: DESTEKA ME WÊ DEWAM BIKE

Mele  Bextiyar jî peyamek da û got; "Şehîd Ebû Leyla di eniyên parastina gelê Kurd de şehîd bû. Îro Kurdan kariye li hemberî dijmin û terorîstan serketinên mezin bidest bixin. Helwesta YNK'ê ji bo alîkarî û piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê wê bidome." Mele her wiha got, "Me destê biratiyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye. Silêmanî jî beşek ji Başûrê Kurdistanê û em jî hemû demê di xizmeta her çar parçeyên Kurdistanê de ne."

WEZÎRÊ ŞEHÎDAN HECÎ SALIH: ROJAVA DESTANÊ DINIVÎSÎNE

Wezîrê Şehîdan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Hecî Salih jî wiha got; "Bi navê Wezareta Şehîdan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo malbat  û xizmên şehîd fermandar Ebû Leyla sersaxiyê dixwazin. Her ji salên 50’iyan vir de rêxistin û gelê Rojavayê Kurdistanê daxwaza maf û azadiya xwe kirine. Belê timî bûye hedefa êrîşên dagirkeran. Îro jî bi êrîşên herî hovane yên DAIŞ’ê re rû bi rû hat. Belê li hemberî vê her roj şoreşa gel li Rojava pêş de diçe û dîroka lehengiyê dinivîsin. Berxwedana Kobanê mînaka vê ya herî girînge. Hêvîdarin operasyona Minbicê bi serketineke hîn mezintir bi encam bibe."
 
Her wiha di merasîmê de peyama HDP'ê jî hat xwendin. Merasîm bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyan, xebat û têkoşîna şehîd fermandar Feysel Ebû Leyla bi dawî bû.

...