Rejîma Îranê li Pîranşar û Serdeştê 2 Kurd qetil kirin

Hat ragihandin ku rejîma Îranê 2 Kurdên ku li ser sînor bazirganî dikirin qetil kir.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) îro têkildarî êrîş û zextên rejîma Îranê a li ser bazirganên Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku di 8’ê Hezîranê de li sînorê bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê bazirganê bi navê Necmedîn Qadirpûr ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi giranî hat birîndarkirin, piştî rakirin nexweşxaneya Pîranşarê jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman raporê di 9’ê Hezîranê de li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê bazirganê bi navê Resûl Derwêşiyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye ku her du kesên hatine kuştin jî Kurd in. Ji ber zext û bêkariyê neçarin debara xwe li ser qaçaxçitiyê bikin. Her wiha di meha bihurî de hêzên rejîma Îranê li herêma Makû bi ser bazirganê sînor de gule reşandin, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû, çar kes jî birîndar bibûn.