'Ev dorpêçî wê bi azadiya Minbicê bi dawî bibe'
Ji şervanên QSD'ê yên ji çar aliyan ve dor li bajarê Minbicê girtine Şoreş Rojhat û Hakî Kobanê gotin, "Dawiya dorpêçiya bajêr, azadî ye."
Ji şervanên QSD'ê yên ji çar aliyan ve dor li bajarê Minbicê girtine Şoreş Rojhat û Hakî Kobanê gotin, "Dawiya dorpêçiya bajêr, azadî ye."
Operaysona "Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla", ku di 1'ê Hezîranê de ji bo paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê destpê kir, dewam dike. Di çarçoveya operasyonê bajar ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Hemû rêyên bajêr ketine bin kontrola hêzên operasyonê. Çete li nava bajêr asê man e.
Bi vê operasyona ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê ve ji du baskan tê meşandin heta niha herêmeke berfireh ji çeteyan hatiye paqijkirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê li rojavayê bajêr gihaştin hev. Ji şevanên dor li bajêr girtine Şoreş Rojhat û Hakî Kobanê ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Dorpêçiya bajêr wê bi azadiyê bi dawî bibe."
Rojhat da xuyakirin, ku qonaxa destpêkê ya operasyonê bi lez û bez qediya ye û got, "Operasyona ji rojavayê Firatê destpê kir, herêmeke berfireh ji çeteyan paqij kir. Em niha li dawiya aliyê rojava yê bajêr in. Me xwe gihandin hevalên xwe yên li xeta Tişrînê dest bi operasyonê kirin. Êdî bajar bi temamî ji aliyê me ve hatiye dorpêçkirin. Çete li nava bajêr asê man e. Rojhat destnîşan kir, kuev operasyon ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniya hêviyê.
Şervanekî din ê QSD'ê Hakî Kobanê jî diyar kir, ew bi biryar in zilma DAIŞ'ê ji ser gelên Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen û li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn rakin. Kobanê got, "Moralê şervanên di operasyonê de cih digirin, gelekî bilind e. Me gelekî bi lez dor li bajêr girtin. Li ser banga gelê Minbicê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, em bi dildarî û bi moral tevlî operasyonê bûn. Ji ku derê banga azadkirinê were kirin, em amade ne li wir bin."