YBŞ: Em ê heya dawiyê şopdarê rêça Ebû Leyla bin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ji bo malbata Ebu leyla sersaxî xwest û soza şopandina rêça wî da.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ji bo malbata Ebu leyla sersaxî xwest û soza şopandina rêça wî da.
Fermandariya Gişti ya YBŞ’ê ji bo malbata Fermandarê QSD’ê Ebu Leyla ku di encama hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê 2’yê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû û QSD’ê sersaxî xwest.
Fermandariyê YBŞ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku kesayetek û fermandarekî mîna Fermandar Ebu Leyla, di serê şoreşa Sûriyeyê de bi awayek çalak cihê xwe girt, wiha dewam kir: “Yekemîn kes bû ku di serê şoreşa Sûriyeyê de çek rakir û rejîma Baas ji bajarê Minbicê derxist û piştî hatina çeteyên DAIŞ’ê ji Minbicê derket. Lê, qet navber neda sekna xwe û di demê şerê herî giran yê Kobanê de bi awayek çalak li gel tabûra xwe cih girt û rexmê ku çend caran jî birindar bû, lê hevalên xwe yên di berxwedanê de tenê nehişt û heya kêliya dawî ya rizgarkirina Kobanê têkoşîn kir. Cihê xwe di rizgarkirina Bendava Teşrîn, Şedadê, Holê û gelek cihên din de girt.
Wekî Fermandariya YBŞ’ê windahiyek mîna Fermandar Ebû leyla ji bo me giran e, lê îro şervan û hevalên wî ji bo xeyal û xewnên wî pêk bînin bi hemû hêza xwe êrîş dikin.
Di dawiyê de em sersaxiyê ji malbata Ebû leyla re dixwazin û soz didin em ê wekî YBŞ’e heya nefesa xwe ya dawî şopdarê rêça Ebû Leyla bin.”