BI DÎMEN

Navenda girtin û binçavkirinan: Riha

Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Hîdayet Enmek diyar kir, ew ê li dijî polîtîkayên bêdengkirinê yên li Rihayê ketine meriyetê dakevin qadan, têbikoşin û van polîtîkayên qirêj pûç bikin.

Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Hîdayet Enmek diyar kir, ew ê li dijî polîtîkayên bêdengkirinê yên li Rihayê ketine meriyetê dakevin qadan, têbikoşin û van polîtîkayên qirêj pûç bikin.

Li rihayê, di çarçoveya polîtîkayên bêdengkirinê yên li hemberî sazî û tevgera siyasî ya Kurd hatine destpêkirin de, ji Tîrmeha 2015'an û vir ve zêdeyî 1500 kes hatin binçavkirin, zêdeyî 500 kes hatin girtin.

Partiya DBP'ê, ku gelek rêveber û hevserokên wê yên navçeyê hatine binçavkirin, îşkence li gelek hilbijêr û xebatkarên wê hatiye kirin, bi biryardarî têkoşîna xwe ya li qada siyasetê dimeşîne. Hevserokê DBP'ê yê Rinayê Hîdayet Enmek ev polîtîkayên bêdengkirinê yên li hemberî wan tên meşandin ji ANF'ê re nirxand.

Enmek bibîr xist, ku piştî hilbijartinên Hezîrana 2015'an konseptek bêdengkirinê li Rihayê li hemberî wan ketiye meriyetê û di serî de li şaxê TEM'ê, li midûriyetên emniyetê yên bajar û navçeyan, tiştekî hiqûqî nema ye. Enmek hejmara girtin û binçavkirinan, îşkence û pêkanînên xerab ên li van navendan mînak nîşan da.

Enmek got, "Roj nîne ku li Riha û navçeyên wê kes neyê girtin û binçavkirin" û anî ziman mirovên tên girtin û binçavkirin bi giranî rêveber û xebatkarên bajar û navçeyan e. Enmek destnîşan kir, kesên tên binçavkirin bê îstîsna îşkence li wan tê kirin.

Enmek ku bi xwe jî parêzer e anî ziman, li midûriyetên emniyetê û şaxê TEM'ê, bûyerên îşkenceyê êdî bûne bûyerên ji rêzê û got, "Li gorî çavdêriyên me, tîmeke taybet li Rihayê hatiye bicihkirin. Hemû girtin û binçavkirinên li Rihayê ji aliyê vî tîmî ve tên kirin. Hevalên me yên tên binçavkirin tazî dikin û bi vî rengî li ser wan digerin, zexta psîkolojîk li wan dikin û dema nikarin bidin axaftin îşkenceyeke giran li wan dikin."

'ÎŞKENCE HEVSEROK Û RÊVEBERÊN HDP Û DBP'Ê YÊN NAVÇEYAN KIRIN'

Enmek bibîr xist, herî dawî hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyên Halîliye, Curnê Reş û Wêranşarê yên hatine binçavkirin, hatine girtin û destnîşan kir, bi rêk û pêk îşkence li van hevalên wan ên hatine hilbijartin hatiye kirin. Enmek ragihand, ji bilî girtin û binçavkirinê li Rihayê pêleke tirsê jî tê afirandin û bi vî rengî hewl tê dayîn civakê ji hev dûr bixînin.

Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Hîdayet Enmek ragihand, hemû xwepêşandan û çalakiyên demokratîk ên ew dixwazin li Riha û navçeyên wê lidar bixin tên astengkirin û diyar kir, di hemû çalakî û xwepêşandanên wan de mirovên bi unîforma yên rûyê wan girtî, riya wan dirêj û çeka otomatîk di destê wan de ne, gefa "Em ê dersa we bidin we" li beşdaran dixwin.

'EM Ê QADAN DAGIRIN Û LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ TÊBIKOŞIN'

Enmek da zanîn, li dijî her şêwe zext û êrîşan, weke tevgera siyasî ya Kurd ew ê qadan vala nehêlin, têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rengê herî bi bandor bimeşînin û got, "Em hemû pêkanînên antî demokratîk ên li hemberî me tên kirin, weke partî bi gelê xwe re dinirxînin û li dijî vê têdikoşin. Heta ku em qadan vala nehêlin, em ê karibin li dijî vê bêhiqûqiyê têbikoşin. Bi rêxistinbûyînê em dikarin li hemberî van êrîşan bisekinin û serketinê bi dest bixin. Em ji xwe dizanin, wê bi her awayî zext li me bê kirin. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve hejmara girtin û binçavkirina êdî nikarin bên jimartin. Ji hingî ve zêdeyî 1500 kes hatine binçavkirin, zêdeyî 500 kes hatine girtin. Piraniya wan rêveber, hevserok û xebatkarên me ne. Ji sedî 90 ê wan, îşkence li wan hatiye kirin. Ji bo hesab ji van bêhiqûqî û îşkencekaran bê pirsîn, em ê bi her awayî têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin."

...