'Divê alîkariya ji bo qadên xwerêveberiyê bên zêdekirin'
Hevserokê Rojava-Der şaxê Mêrdînê Ferhan Turk destnîşan kir, ku divê piştgiriya ji bo qadên xwerêveberiyê werin zêdekirin û banga alîkariyê kir.
Hevserokê Rojava-Der şaxê Mêrdînê Ferhan Turk destnîşan kir, ku divê piştgiriya ji bo qadên xwerêveberiyê werin zêdekirin û banga alîkariyê kir.
Ji bo bi hezaran Kurdistaniyên ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî qadên xwerêveberiyê ji neçarî malên xwe terikandin, xebatên piştgiriyê dewam dikin. Rojava-Der pêşengiyê ji vî karî re dike.
Hevserokê Rojava-Der şaxê Mêrdînê Ferhan Turk li ser karê piştgiriyê agahî da ANF'ê û ji bo gelên Nisêbîn, Cizîr, Silopiya, Şirnex û Sûrê bang li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî jî Mêrdînê kir ku desteka xwe zêde bikin.
'EM KARÊ XWE YÊ PIŞTGIRIYÊ DIDOMÎNIN'
Turk bibîr xist, ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî qadên xwerêveberiyê bi hezaran Kurdistanî neçar man malên xwe biterikînin û ragihand, weke Komeleya Rojava ya Mêrdînê, ew desteka xwe ya jibo mirovên ji Nisêbînê hatin û yên hînê li qadên xwerêveberiyê dijîn, dewam dike.
Ferhan Turk da zanîn, li gelemperiya Mêrdînê bi deh hezaran mirovên ji Nisêbînê hatine hene û ragihand, ji Şirnex û Cizîrê jî bi hezaran kesî xwe li Mêrdînê girtine. Turk diyar kir, bi hezaran malbatên ji qadên xwerêveberiyê hatine, piranî li Qoser, navenda Mêrdînê û Midyadê bi cih bûne.
'PIŞTGIRÎ HEYE, LÊ DIVÊ BÊ MEZINKIRIN'
Turk da xuyakirin, gelê Mêrdînê di vê demê de piştgiriya xwe nîşan da, ji gelê ji qadên xwerêveberiyê hat deriyê mala xwe vekir û nanê xwe pê re parve kir. Turk destnîşan kir, ku divê ev piştgiriya hev were mezinkirin. Ferhan Turk bang li her kesî kir, ku alîkariya ji bo jiyana rojane û xwarinê bidin mexdûran.
'ALÎKARIYÊ BIGIHÎNIN KOMELEYA ROJAVA'
Turk da zanîn, weke Komeleya Rojava ew xebatên alîkarî û piştgiriyê koordîne dikin û bi hatina meha Remezanê re wan xebatên xwe zêde kirine. Turk diyar kir, pêwîstî bi zêdekirina alîkariyên heta niha hatine kirin heye û got, "Em weke Rojava-Derê bi tena serê xwe nikarin bersivê bidin pêdiviyên bi hezaran mirovî. Divê gelê me destekê bide û vê piştgiriya xwe xurtir bike."
Ferhan Turk xwest, alîkariya ji gelemperiya Kurdistanê bê kirin, radestî Komeleya Rojava bikin û got, "Li her herêmê xebatên me hene. Her kesên dixwazin alîkariyê bikin, bi rêya Rojava-Derê dikarin xwe bigihînin qadên xwerêveberiyê. Li Mêrdînê yên dixwazin alîkariyê bikin, dikarin xwe bigihînin komeleya me û Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariyê."
Turk destnîşan kir, ku gelê Kurd wê di rojên pêş de bi rengekî topyekûn li ber xwe bide, piştgiriya hev bike û bersivê bide pêdiviyên bingehîn.