Jinên Êzidî: Li hemberî şewitandina jinan bêdeng nemînin

Jinên li çiyayê Şengalê, şewitandina 19 jinên Êzidî bi meşekê şermezar kirin. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin û bi taybetî bang li jinan kirin, ku li dijî van kiryarên hovane rabin ser piyan.

Jinên li çiyayê Şengalê, şewitandina 19 jinên Êzidî bi meşekê şermezar kirin. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navneteweyî hat şermezarkirin û bi taybetî bang li jinan kirin, ku li dijî van kiryarên hovane rabin ser piyan.

Çeteyên DAIŞ'ê di 6'ê Hezîranê de li Mûsilê 19 jinên Êzidî yên dîl girtibûn, di hundirê qefeseke ji hesin de bi zindî şewitandibûn.

Ji bo şermezarkirina vê hovîtiyê, Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê li kampa Seîd a li herêma Serdeştê meşek organîze kir. Endamên Meclîsa Jinan, Jinên Ciwan, zarok û gelek jinên Êzidî tevlî meşê bûn.

Di meşê de pankartên bi zimanê Erebî yên bi nivîsa "Em daxwaz ji hêzên navneteweyî dikin ku Êzidiyên dîl hatine girtin rizgar bikin", "Em bêdengiya Iraqê ya hemberî jinên Êzidî yên li Mûsilê hatine şewitandin şermezar dikin" û "Qurbaniyên Komkujiya Gir Izêr û Siba ya 14'ê Tebaxê bi bîr tinin", wêneyên jinên Êzidî yên di qefesê de şewitandibûn hatin vekirin. Çalakgeran dirûşmeyên "Jin jiyan azad", "Êzidî yek e yek e, Hol hola Tawusê Melek e", "Jinên Êzidî li gel te ne ey Serok" qîriyan.

Meş ji kampa Seîd ya herêma Serdeştê destpê kir. Piştî meşê daxuyaniyek ji aliyê mamoste Riham Hesen ve hate xwendin û kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên hemberî jinên Êzidî hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin, ku bibin yek hêz û yek deng li hemberî dijminan ji bo em jinên xwe yên destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Bi van êrîşan dijminê me dixwazin Êzidîxanê tine bikin."

Daxuyani wiha bi dawî bû: "Em ê ax û dîroka xwe ji bîr nekin, em ê bi berxwedana xwe ya Şengalê rabin û jinên xwe yên di destê rizgar bikin. Êdî bes e ji bêdengbûna hêzên navneteweyî û saziyên maêf mirovan."

Piştî daxuyaniyê Endama Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Emşê Helî û Niham Eylas axivîn û bêdengiya dewleta Iraqê û hêzên aşîtixwaz şermezarkirin. Qisekeran diyar kirin heya niha 73 fermana re derbas bûne kesekê nekariye Êzidîxanê xilas bike û gotin: "Ew jinên Êzidî yên li kampên başûr dimînin bila rabin û li hemberî van êrîşên hovane bêdeng neminînin."

Meşa jinên Êzidî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...