Xizmên windayan bi israr in: Aqûbeta Hûrşît Kulter eşkere bikin!

Parêzvanên mafên mirovan û malbatên windayan di çalakiya xwe ya li Amedê de li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn. Di çalakiyê de hat xwestin, kujerên Siddik Kaya yê di sala 2003'an de hat qetilkirin, bên darizandin.

Parêzvanên mafên mirovan û malbatên windayan di çalakiya xwe ya li Amedê de li aqûbeta Hûrşît Kulter pirsîn. Di çalakiyê de hat xwestin, kujerên Siddik Kaya yê di sala 2003'an de hat qetilkirin, bên darizandin.

Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) û Xizmên Windayan, "Ji bo Winda Bên Dîtin Kujer Bên Darizandin" çalakî li darxsitn. Çalakiya saziyan di hefteya 383'an de li Parka Koşûyolû li ber Peykerê Mafên Mirovan dewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Saddik Kaya yê di sala 2002'yan de li navçeya Gimgimê ya Mûşê hat windakirin û di sala 2003'an de cenazeyê wî li ber Çemê Mûradê hat dîtin hat pirsîn.

Berî çalakiya rûniştinê, Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir, li welat hê mirov di binê çavan de tên windakirin û Hûrşît Kulter bi bîr xist. Bîlîcî da xuyakirin, ku ev 16 roj in ti agahî ji Kulter nayê girtin û xwest aqûbeta Kulter bê eşkerekirin.

Bîlîcî diyar kir, ji bo winda neyên ji bîrkirin û aqûbeta wan bê zelalkirin, divê têkoşîn bê dayîn û got: "Em tênedikoşin, em ê nikaribin kujerên Tahîr Elçî bibînin."

Piştî axaftina Bîlîcî, Endamê Komîsyona Windayan a Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Adnan Orhan axivî û çîroka windakirina Siddik Kaya vegot. Orhan ev tişt got: "Di 20.11.2002'an de, Siddik Kaya û Serbazê bi navê Celal Şan bi rêya telefone bi hev re axivîn. Piştî axaftinê careke din ti agahî ji Kaya nehat girtin û piştî salekî cenazeyê Kaya li qiraxa çem hatibû dîtin."

Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.